14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Sembola ENKS

    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3101

    Ehmed Berekat — endamê Komîta Navendî ya Partiya Pêşverû ya Rojavayê Kurdistanê, ku yek ji pêkhatyeên ENKS ye, dibêje, Encumena Niştimanî Kurdî Sûrî (ENKS) pir qels û bê bandor e, di heman demê de di nava xwe de pirsgirêkan jiyan dike.

    Endamê Komîta Navendî ya Partiya Pêşverû ya Rojavayê Kurdistanê Ehmed Berekat  tekez dike ku,  Partiya Demokrata Kurdî Sûrî  (PDKS)  dixwaze ENKS bixe bin kontrola xwe.  

    Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Pêşverû Kurdî Sûrî PDPK, Dr. Ehmed Berekat li ser hevdîtina pêkhateyên ENKS li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nêrîn û şîroveyên xwe ji radyoya Spûtnîk Kurdistan re vegotin. 

    Sûltan Tamo ji Qamişlo radigihîne:

     

    Ehmed Berekat dibêje,   li Hewlêrê  li ser pirsgirêkên di nava ENKS de du civînên giring pêk hatin: “Civîna yekê di navbera sekreterê Partiya Pêşwerû Hemît Derwîş û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de û civîneke din jî  di navbera serokê Herêma Kurdistanê û serkreterên her sê partiyên mezin ên di nava ENKS de:  Siûd Mela, Hemît Derwîş û İbrahîm Biro de pêk hat”.

     Ehmed Berekat dibêjeö em weke Partiya Pêşverû dibînin ku, rewşa ENKS xirb e û qels e: “Eger ev rewş dewam bike, ewê hem ji bo ENKS, hem ji bo tevahî tevgera Kurdî ya Sûriyê  ne baş be. Ji xwe  armanca civîna yekemîn ya di navbera sekreterê Partiya Pêşverû Hemît Derwîş û serokê Herêma Kurdstanê birêz Mesûd Barzanî ew bû ku çareseriyek ji nakokiyên di hindirê ENKS de were dîtin. Di hevdîtinê de rêbazên bihêzkirina ENKS di milê siyasî û aborî û diplomasî de hatin gotûbêjkirin”.

    Ehmed Berekat li ser civîna duyemîn jî weha diaxive: “ Di civîna duyemîn de, dubare mijara pirsgirêkên ENKS hatin gotûbêjkirin, bi hêviya lihevkirineke di navbera her sê partiyên sereke di ENKS de, ku em karibin xwe bi hêz bikin. Bi rastî nexweşiyên ENKS pir in û yek ji van nexweşiya ne dînamîkîbûna ENKS û qelsbûna wê ye. Sedemê vê qelsbûnê pirsgirêkên di navbera partiyên ENKS bi xwe de ye, û civîna ku li darket, bi giranî ser rê û rêbazên derbaskirina van nakokî û pirsgirêkan bû”.

    Ehmed Berekat tekez dike ku, PDKS dixwaze îradeya xwe li ser partiyên di nava ENKS de ferz bike û hêza xwe jî, ji serokatiya herêma Kurdistanê digre: “Eger PDKS rastî wê yekê difikre, ewê şaş bibin û bi ser nekevin, ji ber ku îradeya ENKS temsîla îradeya hemû partiyên di nava encumenê de dike. Em bi hêvî ne ku PDKS êdî bes vê siyasetê bimeşîne”. 

    Li ser avakirina hêza leşkerî ya ENKS jî Berekat weha diaxive:

    “Em weke ENKS ne xwedî hêzeke leşkerî ne, lê li gorî xalê rêkeftina Dihokê, pêwîste ENKS bibe xwedî hêzeke leşkerî ku karîbe li kêleka YPG cih bigre û bi awayekî hevbeş hêzeke netewî kurdî bê avakirin. Ji ber ku YPG hêza aliyekî ye”.

    Berekat bi bîr dixe ku mijara Lêvegera Siyasî di civîna bi serokê Herêma Kurdistanê re ne hat gotûbêjkirin:  “ Em weke Partiya Pêşverû û weke ENKS, ne dijî Lêvegera Siyasî ne û em beşek jê ne. Em dixwazin Lêvegera Siyasî Kurdî xurt bibe, lê mixabin  ji ber pirsgirêkên heyî ENKS endamtiya xwe di Lêvegerê de bide rawestandin”.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de