19:07 25 Gulan 2017
Zindî
    Lîbya- DAIŞ

    Êrîşeke DAIŞê li ser Bendava Mûsilê hat pûçkirin

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2021

    Êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser Bendava Mûsilê hat têkşikandin, 14 termên çekdaran jî di dest Pêşmergeyan de ne.

    Fermandarekî Pêşmergeyên Kurdistanê îro, 16ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, serê sibeha îro çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ji gundê Mesqelat ê ser bi Bendava Mûsilê ve êrîş kirine ser pêgehên Pêşmergeyan.
    Wî fermandarî, ku nexwest navê wî aşkere bibe, diyar kir ku, piştî şerekî dijwar bi çekên sivik û giran, Pêşmergeyan karîn bi tundî bersiva wê êrîşê bidin û çekdar jî neçarî revê bûn.
    Derbarê ziyanên ku gihane DAIŞê de, çavkaniya navborî diyar kir ku “Hejmarek ji otombîlan hatin têkbirin û nêzîk 14 termên çekdaran ketine dest Pêşmerge de.”
    Navborî diyar kir jî ku tu ziyan ji encama wê êrîşê negehiştiye Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
    Niha rewşa navçeya Bendava Mûsilê aram e û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne ji her rewşeke awarte re, li gor ku wî fermandarî daye zanîn.
    Bendava Mûsilê dikeve sînorê rojavay Mûsilê û si dawiya sala borî de Pêşmergeyan karîn tevaya wê navçeyê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Guwêr- Şerekî giran di navbera Pêşmerge û DAIŞê de derket
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de