18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Duran Kalkan

    Berpirsekî PDK bi tundî bersiva Kalkan dide

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2511

    Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî îro, 16ê Nîsanê, ragihand ku Kalkan ne berpirsê kurdên êzdî ye heta ku li jidêvla wan biaxife û got ku mafê wî nîne behsa Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bike.

    Pêr, 14ê Nîsanê, Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdstanê (KCK) Dûran Kalkan ragihandibû ku nabe Başûrê Kurdistanê tenê ji Hewlêrê were birêve birin û divê li Şingal, Dihok, Zaxo û Silêmaniyê  rêveberiyek xweser hebe.
    Elî Ewnî berseva Kalkan da û got ku  `bila Kalkan gundê xwe û Bakurê Kurdistanê azad bike û piştire behsa Şingal û Herêma Kurdistanê bike.
    Herwiha Ewnî got ku `bila ji Kalkan re diyar be ku Şingalê tenê ji aliyê PDK ve nayê rêvebirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmetek bingeh fereh e û hemû aliyên siyasî têde beşdarin, ev hikûmet jî, ne wek wan bi dektatoriyetî, lê  bi dengdan hatiye hilbijartin`.

    Bi heman mijarî:

    PDK dixwaze li Kurdistanê sîstema serokatiyê bidome, lê partiyên din dij derdikevin
    Serokê Fraksiyona PDKê: PDK ti carî wê yekê qebûl nake
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de