23:14 22 Çile 2017
Zindî
    Rewşa li Sûryê

    Akadimisyenê kurd Ji nava Qamişlo hat revandin

    © Sputnik/ Dmitri Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Cîgirê emîdê kolêca wêjeyê li parêzgeha Hesekê, akadîmisyenê kurd Ferîd Seidûn dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya, li bajarê Qamişlo hat revandin.

    Endamê Rêxistina Ronak li Almanyayê, Heysem Ebas ji Rûdawê re ragihand ku Dr. Ferîd duh êvarî li çarrêya Qermûtî li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji aliyê çekdarên nenas ve hat revandin.
    Çavkaniyên ji Qamişlo ji Rûdawê re eşkere kirin ku kesên Dr. Ferîd revandine, bi zimanê erebî dipeyivîn û siwarî otombîleke spî bibûn, herwiha berî ku wî birevînin, pirsa mala wî ji dikandaran dikirin.
    Li gor çavkaniyên Rûdawê, Dr. Ferdî berî niha çend caran bi rêya telefona bavê wî re gefa girtinê ji aliyê kesên nediyar ve lê hatibû xwarin.
    Ferîd Seidûn di 6ê vê mehê de mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê bû û derbarê xirabiya rewşa siyasî û aborî ya Rojavayê Kurdistanê de hişyarî dabû.

    Bi heman mijarî:

    Rojava diyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê red dike
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Ferîd Seidûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de