06:44 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyê dixwaze dest bi şer bike

    Baluken: HDPê bendê derbas neke wê AKPê dest bi şer bike

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3411

    Parlamenetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken diyar kir ku, eger HDPê benda % 10 ya hilbijartinê derbas neke wê AKPê destbi şer bike.

    Baluken li Çewlikê di civînekê de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê berdewam dike, lê di heman demê de got, hikûmetê di civîna vê dawiyê
    ya Encumena Asayişa Neteweyî ya Tirkiyê de biryara şer stend.
    Bi gotina Baluken, biryara di civînê de hatiye standin ew e ku eger hilbijartin li pêş nebana, wê ew biryar di pratîkê de pêk bihata, lê di nêrîna wî de, niha ji ber hilbijartinê AKPê bi guman nêzî biryara şer dibe.
    Her weha, namzedê HDPê yê Çewlikê got ku `ji ber pêwîstiya AKPê bi dengên gelê Kurdistanê heye, vê biryarê pêk nayne.`
    Îdrîs Baluken hişyarî jî da ku eger di hilbijartinên 7ê Hezîranê de AKPê destê xwe xurt bike û HDPê benda % 10 derbas neke, wê destbi şerekî mezin bike û di nêrîna wî de, tiştên li Agiriyê pêk hatin jî perçeyekî ji biryara şer a di civîna Encumena Asayişa Neteweyî de hatiye standin.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de