14:46 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Heyder Şeşo

    Heyder Şeşo hêza xwe tevlî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 7131

    Heyder Şeşo, ku beriya demekî ji ber avakirina hêza çekdarî ya ne qanûnî ji aliya Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin, serbest hat berdan.  Şeşo da zanîn ku Hêzên Parastina Şengalê bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ve tê girêdan û ji îro pê de tu hêzeka êzdî mûçe û alîkarî ji hikumeta Îraqê wernagire.

    Heyder Şeşo, piştî dagirkirina devera engalê ji alîya  teroîstên DAÎŞ`ê hêzek taybet bi navê Hêzên Parastina Şengalê  ava kiribû û  hikumeta Îraqa fedral jî piştevanya wê hêzê kiribû û mûçeya hezar şervanên wê hêzê şandibû. Ew yek bûbû sedema nerazîbuna hikumeta Herêma Kurdistanê û di encamê de heftya derbasbûyî, asayşa navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Duhokê, Heyder Şeşo û çend hevalên wî binçav kiribûn. 

    Girtina Şeşo hem li Kurdistanê, hem jî li derveyî sîorên wê bûbû sedema nerazîbûnê,  li hin cîyan ji bo serbestberdana wî meş û mîtîng hatibûn lidarxistin. 

    13 nîsanê asayşa Kurdistanê Heyder Şeşo û hevalên wî serbest berdan.  Şeşo li Duhokê  press-konferans li dar xist û da zanîn ku  ew û hêza wî ya şekdar, wê bikevin ser Wezareta Pêşmerge û di çarçoveya wezaretê de berdewamî bi xebat û tekoşîna xwe bikin. 

    Peymanêrê `Spûtnîk Kurdistan` Osman Başqalî ji Başûrê Kurdistanê radigihîne:

    Bi heman mijarî:

    Heyder Şeşo tê berdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de