14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    PAKê ‘banga serxwebûnê’ kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5622

    PAKê, bi helkeftina 14ê Nîsanê `Roja Bibîranina Enfalê` daxuyaniyek da.

    Di daxuyaniya PAKê de hat gotin ku  di sala 1986ê de Sedam Hisên her çiqasî şerê Îranê dikir jî lê dîsa bi hezeke xurt êrişê kurdan kir û xwest ku hemû kesên ku temenên wan di navbera 13 û 70yê de ne, bikom bên kuştin.
    Hat ragihandin êrîşan 3 salan dom kir û di encamê de 182 hezar  kurdistanî hatin kuştin, ji 4 hezar ji 4665 gundên Başûrê Kurdistanê, ji ser rûwê erdê hatin hilanîn.  Herwiha hat amaje kirin
    ku  Amerîka, Ewrûpa, welatên  misilman, cînarên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê  xwe girtin û xwe ker kirin.
    PAKê di daxuyaniya de bal kişand ser ku Enfalê, bi hemû wêrankarîya xwe, xelkê kurd teslîm negirt û Herêma Kurdistanê îro ne tenê ji bo Kurdan, herwiha ji bo hemû kêmnetew, ol û mezheban bûye sitar.
    Her weha, di daxuyaniyê  tê gotin ku `divê cîhan êdî eşkere piştgirîya gelê kurd bike. Divê em hemû kurdên li cihanê, Dewleta Federe ya Kurdistana Başûr biparêzin û bi xwîn û can bi meşa wan a ber bi serxwebûnê re bin. Gelê Kurdistanê hewqas nêzîkî serxwebûnê nebûye.`

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de