09:31 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kobanê

    Li Kobanê xendek tên kolandin

    © AFP 2017/ Yasin Akgul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2912

    Piştî rizgarbûna bajarê Kobanê ji rêxistina DAIŞê, asayîşa Kobanê xendekeke bi kûrahiya derdora 5 metran û bi ferehiya 4 metran li derdora bajêr dikole.

    Rûdawê li ser zimanê asayîşên bajêr ragihand ku  sedema kolandina wê xendeqê, ji bo parastina bajarê Kobanê ji êrişên rêxistina DAIŞê û erebeyên bombekirî ye.
    Bi kolandina we xendekê, li derdora Kobanê, ji bilî di rêbendên taybet yên kontrolkirî de, kes nikare derbasî bajarê bibe.
     Li gor zanyariyên belavbûne, asayîşa bajarê Kobanê, li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de heta bi Şêran, Helinc û Mezrê li aliyê rojhilatê sînor xendeqan dikole.

    Bi heman mijarî:

    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de