01:09 19 Çile 2017
Zindî
    Celal Talbanî

    Nerîna Talebanî di pirsa serokatiyê de

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2111

    Nerîna Talebanî di pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê de

     Endamê Rêveberiya YNKê Hemîd Hecî Galî ji Rûdawê re diyar kir ku  wan di civînek girtî de bi piraniyan dengan biryar dane jibo daxwaza kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanên bikin.
    Galî derbarê nêrînên Talebanî yên derheqê serokatiya de jî wiha got: `Me di sala 2013an de hêj tenduristiya Talebanî baş, di civîneke bin rêveberiya wî de, biryar da ku makezagona Herêma Kurdistanê were nûkirin.`
    Endamê Rêveberiya YNKê anî ziman ku ew mecbur in guhe xwe bidin biryarên Telabanî û got ku sekreterê Giştî yê YNK dibêje divê `Serokê Herêma Kurdistanê` ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

    Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa derbarê dirêjkirina dema erka Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha gotibû: `Dema  mirov tecrubeyên herêmê tîne berçavan, dibîne ku ji bo Herêma Kurdistanê sîstema parlamenteriyê ya herî baş e.`
     Sala 2005an Mesûd Barzanî ji aliyê parlamentoyê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê cara yekemîn hatibû hilbijartin. Sala 2009ê bi referandumê cara duyêm bibû Serokê Herêma Kurdistanê. Sala 2013an erka Barzanî dawî bibû lê ji aliyê parlamentoyê ve erka wî 2 salan- heta sala 2015an hatibû dirêjkirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de