18:32 27 Gulan 2017
Zindî
    DAIŞ êriş kir ser wê nahyeya kurdistanî

    DAIŞ êriş kir ser nahyeya kurdistanî

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2001

    Şevê din seat 22:30 bi dema Hewlêrê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên artêşa Iraqê yên li nahyeya Seidiye ya ser bi Xaneqînê ve kirin.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, DAIŞê tenê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kir û di encam de 2 leşker birîndar bûn.
    Wek jêdera Rûdawê dibêje, di çend şevên derbasbûyî de li Gulale teqe li Hêzên Pêşmerge hatiye kirin û gumane  ew jî her çekdarên DAIŞê bin.
    Zanyariyên îstixbaratî yên Pêşmerge behsa hebûna 60 çekdarên DAIŞê li navçeya Hemrînê dikin û hest bi tevgerên wan tê kirin.
    Tê zanîn ku ew nahyeya kurdistanî di destê DAIŞê de bû, lê hêzên Iraqê û milîsên şîe bi hevahengî ligel Hêzên Pêşmerge ji destê wan derxistin û niha beşek mezin jê di destê wan de ye.

    Bi heman mijarî:

    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de