16:23 21 Çile 2017
Zindî
    Heyder Şeşo

    Heyder Şeşo berdan

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5131

    Fermandeyê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) û endamê Encumena Navendî ya YNKê Heyder Şeşo, ku `jiber avakirina hêzeke deryasayî` hatibû girtin, tê berdan.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, Dadgeha Dihokê biryara serbest berdanan Heyder Şeşo derxistiye.

    Her weha li gor zanyariyên Rûdawê, Heyder Şeşo razî bûye ku hêza xwe ya bi navê Hêza Parastina Şingalê bixe ser Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê.

    Roja 5ê Nîsana îsal, fermandeyê HPŞê Heyder Şeşo, bi hêceta ku li devera Şingalê `Heşda Şeibî` ava kiriye, ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatibû girtin.

    Piştî belavbûna îdiayên girtin, revandin û wendabûna berpirsê HPŞê Heyder Şeşo, Serokatiya Herêma Kurdisanê ragihand ku Heyder Şeşo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê duh diyar kir ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guhê xwe neda vê yekê.


    Bi heman mijarî:

    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Guwêr- Şerekî giran di navbera Pêşmerge û DAIŞê de derket
    Etîketan:
    Heder Şeşo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de