16:19 21 Çile 2017
Zindî
    Dibistana kurdî li Amedê

    Mazhar Aktaş: `Êdî bila tu kes nebêje ziamnê kurdî bi pere nake`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22761

    Rêvebirê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger — Mazhar Aktaş dibêje: “Dema ku zarok zimanê dayikê fêr dibin, di çavên wan de keyfxweşî û kelecana wan diyar dibe.Em hewl didin ku layiqê tekoşina vî gelî bin”.

    Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku  li Amedê bi pêşengiya Kurdî Der, TZP Kurdî û Egîtîm Sen`ê hatibû vekirin, gelek caran li dijî astengiyê dewletê hat û bi biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê hat morkirin. Piştî astengiyê dewletê li Amedê gel bertekên tund li dijî vê biryara dozgeriyê derketin û dibistan 22’ê îlonê 2014’an vir de perwerdeya zimanê kurdî dike.

    Peymanêra Spûptnîk Kurdistan pirsgirêkên perwerdehiya zimanê kurdî  ji rêvebirê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Mazhar Aktaş pirsî.

    Aktaş balê dişîne ser wê yekê ku  dibistan bi kîjan zahmetiyan hatiye  demezirandin:

    “ Karê me di destpêkê de pir zahmet bû, li vê derê  di nav pergalek ewqas qirêj de me zarokan  qeyd kirin. Çar caran dibistana me hat morkirin, lê me li ber xwe da û me ev dibistan vekirin. Gelek zarok  qet peyvek bi kurmancî nizanibû. Hem bi ziman, hem jî bi çanda xwe, bi exlaqê xwe tabiyê pergalê bûbûn.  Me tekoşinek pir mezin da, bi fedakariyek mezin heya dawiyê me li ber xwe da”.

    Aktaş tekez dike ku malbatên ku zarokên xwe şandine vê derê, ev bi tenê xwedîderketinek pir mezin e:

    “Malbat dibêjin we bi her awayî  zarokên me guherandin. Berê yek peyvek bi kurdî nizanibûnö lê niha kurdiya xwe bi pêş xistine. Hin malbat jî  dibêjin ev zarok di pêşerojê de çi bikin.  Nabînin ku 40 sal berê  navê kurdayetiyê tinebûö aniha kurd gihiştine kijan astê. Hesabên pir biçûk dikin. Gera em  vêya jî bînin ber bi çava, dewlet jî êdî di dibistanên xwe de kurmancî û zazakî kiriye  dersê hilbijarte û di zaningehan de beşên Kurdolojî vebûne.  Êdî bila tu kes nebêje ziamnê kurdî bi pere nake”.

    Etîketan:
    TZP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de