15:07 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurd Hesekê vala dikin

    Kurd Hesekê vala dikin

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3022

    Ji ber têkçûna ewlehiyê, bihabûna pêdiviyên jiyanê û ne aramiya li bajarê Hesekê , ev tevdê bûn sedema ku beşekî mezin ji kurdên bajêr koçber bibin û demografiya bajêr bê guhertin.

    Ji despêka kirîza Sûriyê ve û bi taybet di herdû salên borî de li bajarê Hesekê dergehê koçberiyê vebû. Li gor gelek çavdêrên siyasî, sedema sereke ya koçberiyê, têkçûna ewlehiyê û nakokiyên siyasî ne.

     Ji aliyê aborî ve, parêzgeha Hesekê, ji ber dorpêçkirina bajêr û bihabûna tevaya pêdiviyên jiyanê, ligel kêmbûna derfetên kar di rewşeke aloz de ye.

     Koçberiya kurdan û herwiha firotina xaniyan bandoreke neyinî li ser demografiya herêmên kurdî dike û li şûna kurdan kesên ereb cih girtine.

    Bi hezaran kurdên Sûriyê koçberî welatên derdorê bûn e û ji nav wan pareke mezin ji kurdên Hesekê ne.


    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de