18:40 27 Gulan 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyê dixwaze dest bi şer bike

    KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer bike

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2112

    Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku Artêşa Tirkiyê dixwaze dest bi pêvajoyeke şer bike û hişyarî da Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçîn Akdogan û AK Partiyê.

    KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Tendûrekê destbi opêrasyonê kir û li hemberî xelkê kurd ên sivîl  gule berdan û di encamê de serokê navçeya Diyadîn yê berê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

    KCKê dest nîşan kir ku dema ew li daxuyaniyên dawî yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmetê dinêrîn, diyar dibe ku wan amadekariya hinek operasyon û provakasyonan kirine û ev buyer yek ji encamên wê ne.

    Hevserokatiya KCKê  got ev yek ji bilî sorkirina şer, nayê ti wateyê û wiha domand:

    `Em Yalçin Akdogan û AKPê hişyar dikin! Eger hûnê bi agir bilîzin hûnê dawî li xwe bînin û bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin, dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrişî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrîş dê qat bi qat bersiva xwe bibînin.`


    Bi heman mijarî:

    Huffington Post: Tirkiye û Siûdiyê wê li Esed bidin
    Etîketan:
    KCK, AKP, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de