16:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala DAÎŞê

    DAIŞ ji 4 aliyan ve êriş kir

    © Sputnik/ Andrêy Stênin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1421

    Çekdarên rêxistina DAIŞ ji 4 aliyan ve êrişî ser çeperên Pêşmerge li eniya Herdanê ya li nêzîkî bajarokê Tileferê kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, Îro serê sibehê seat 05:30 çekdarên DAIŞê li ser rêya Herdanê, bi çekên giran û sivik ji 4 aliyan ve, êrişî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê rastî bersiveke tund hatin û gellek ziyan dîtin.

    Fermanderê Pêşmergê Emîd Feysel Xelekanî  Derbarê ziyanên DAIŞê ji Rûdawê re ragihand ku `di wî şerî de 11 kes ji wan hatin kuştin. 4 ji wan xwekuj bûn û dixwestin bi dizî derbasî nava çeperên Pêşmerge bibin û xwe biteqînin, lê berî ku bigihên ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.`

    Emîd Feysel Xelekanî wiha domand `jibilî wan 11 terman ku li cihê şer mane, çekdarên DAIŞê gellek ziyanên din di encama lêdana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de jî dîtin.`

    Her weha, Xelekanî ragihand ku `di vî şerî de 2 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn.`


    Etîketan:
    DAIŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de