07:58 25 Gulan 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Serokê Fraksiyona PDKê: PDK ti carî yekê qebûl nake

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2811

    Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw diyar kir ku PDKê heta niha daxwaza dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî nekiriye.

    Xoşnaw her wiha got, kursiya Serokatiya Herêma Kurdistanê pişka PDKê yeû  kursiya Serokomariyê jî ya YNKê ye. 

    Heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 28ê Tebaxa îsal xilas dibe,  lewma ji niha ve partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dest bi civîn û hevdîtinan kirine daku  kirîza serokatiyê çareserbikin.

    Serokê Fraksiyona PDKê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re got, ne PDK, ne fraksiyona PDKê, ne jî Serok Barzanî daxwaza dirêjkirina heyama serokatiyê nekirine û tiştekî wisa ji aliyê ti partiyekê ve jî nehatiye pêşniyarkirin. 

    Li gorî agahiyên Rûdawê, dema şanda Serokatiya Parlamentoyê serdana navenda giştî ya YNKê li bajarê Silêmaniyê kiribû, hatibû zanîn ku hinek endamên Polîtburoya YNKê dixwazin bi mercekî li ser dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî razî bin ku PDK kursiya Serokwezîriyê bide YNKê.

    Li ser vê yekê jî Omêd Xoşnaw got, ti pêwendiya kursiyên Serokatiyê û Serokwezîriyê bi hev re tine û got ku Serokatiya Herêmê pişka PDKê ye û Serokomariya Iraqê jî pişka YNKê ye.

    Li gorî wî parlamenterê PDKê, eger YNK pêşniyarekî wisa jî bike PDK qet qebûl nake. 

    Hinek partiyên Başûr dibêjin, divê Serokê Herêmê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

    Etîketan:
    YNK, PDK
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de