16:26 21 Çile 2017
Zindî
    Cemîl Bayêq daxwaza lêborînê ji Almanyayê kir

    Cemîl Bayik daxwaza lêborînê ji Almanyayê kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3811

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji ber çalakiyên PKKê yên salên 1990î, ji Almanyayê lêborîn xwest.

    Cemîl Bayik di hevpeyvîneke hevbeş de digel televîzyonên WDR û NDR ên almanî, li ser çalakiyên PKKê yên salên 90î yên sedsala borî axivî û got ku `ez daxwaza lêborînê ji gelê Almanyayê dikim, ew çalakî êdî ti carî nayên kirin`.

    Bayik diyar kir ku ew êdî dewletek kurdî naxwazin û tenê ji bo çareseriyeke siyasî dixebitin û wiha got:` Em êdî naxwazin li dijî Tirkiyê şer bikin, êdî bes e. Bi şer ne em gihîştin armancên xwe ne jî dewleta Tirk`.

    PKK di lîsteya terorê ya Amerîka û Ewropayê de ye, lê Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanya (SPD) û Berdevkê Siyaseta Derve Rolf Mutzenich dibêje ku eger mirov şerê PKKê li dijî DAIŞê û gotinên Cemîl Bayik bide ber hev wê çaxê divê rewşa PKKê ji nûve were nirxandin. 

    Li gor parlamenterê Almanya, daxuyaniyên Cemî Bayik `dengekî nû` ye û firsendek e jibo ku rewşa PKKê ji nûve were nirxandin û divê PKK jî xwe şer û tundiyê dûr bixe. 

    Di heyama salên 90î de, endam û alîgirên PKKê çalakiyên mîna rêgirtin û xweşewitandin li Almanyayê pêk anîbûn.

    Etîketan:
    Cemîl Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de