15:02 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Masûd Barzanî

    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4021

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sekreterên sê partiyên endamên ENKSê re civiya.

    Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh  pêşwaziya li sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Hacî Derwêş, sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Siûd Mela û sekreterê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro kir.
    Li ser naveroka civînê, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand ku  me li ser rewşa Rojava û pêşhatên dawî yên wî beşê Kurdistanê axivîn.
    Îbrahîm Biro diyar kir ku wan ji Barzanî re got ku tiştek bi navê `Lêvegera Siyasî` li Rojava nemaye, ji ber PYD girêdayî Rêkeftina Dihokê nebûye û şirîkatiya ENKSê jî qebûl nake.
    Her weha, sekreterê Partiya Yekitiyê diyar kir ku di civîna digel Barzanî de wan behsa Leşkeriya neçar û bandora wê li ser xortên Rojava kirine û wiha got: `Barzanî li ser Leşkeriya neçar û koçberiya Rojava kirine û wiha got: `Barzanî li ser Leşkeriya neçar û koçberiya xelkê ji Rojava dilgiraniya xwe nîşan da û ji me xwest ku em yekrêziya xwe biparêzin.`

     

    Etîketan:
    PYD, ENKS
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de