09:33 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ-ê agahiyên giring dan

    Çekdarekî DAIŞê çend agahiyên girîng da

    © Sputnik/ Andrêy Stênin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1502

    4 çekdarên DAIŞê ji aliyê polîsên navçe û nahyeyên Kerkûkê hatin girtin.

     Yek ji van çekdaran  ji navçeya Hewceyê vegeriya bû û yên din li nava Kerkûkê li hêviya fermana DAIŞê bûn.

    Rûdaw ligel wî çekdarê DAIŞê yê ku 8 mehan li Hewîce mabû û di gelek şer û pevçûnan de beşdar bibû, hevpeyvînek pêk anî.

    Yekemîn care ku vî  çekdarî çend agahiyên girîng belav kir, yek ji van agahiyan jî- destnîşankirina cihê şehîdên Pêşmerge û kurdên êzîdî bû.

    Wek vî çekdarî got ku `ew kesên ku DAIŞ wan dikuje, wan dibin Mûsilê û li navçeye Çefse vedşêrin.`

    Herwiha ev çekdar dibêje ku `DAIŞ li cihekî taybet otomobîl û tankan tejî bombe dike, ew cih jî Peymangeha Hunerî ya  li navçeya Daristan ya Hewîce ye. Herwiha li wir çendîn cûreyên çek mîna hawan û qenas çêdike.`

    Wî çekdarê DAIŞê behsa Mela Şiwan ê kurd kir û got niha ew berpirsê wan dîlên  ku di destê DAIŞê de ne û biryarê li ser wan dide.

    Etîketan:
    DAIŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de