06:57 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne

    © AFP 2017/ / OZAN KOSE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8122

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê, di axaftina xwe ya li serdana dê û bavê xwe de diyar kir ku eleqeya ji bo HDP'ê zêde bûye û destnîşan kir ku AKP jî serberjêr bûye.

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê, di axaftina xwe ya li serdana dê û bavê xwe de diyar kir ku eleqeya ji bo HDP'ê zêde bûye û destnîşan kir ku AKP jî serberjêr bûye. Demîrtaş got, "HDP ji xwe ev demeke bi polîtîka û gotina xwe re hêvî û coşeke mezin afirandiye. Bi pêşveçûna kampanya me ya hilbijartinê re, em ê vê li qadan bibînin." Demîrtaş da xuyakirin ku sibehê bi civîna danasîna namzetan a li Enqereyê re ew ê dest bi xebatan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hedef dikin ku biçin 81 navend û gelek navçeyan. Dema me bi sînore. Tirkiye erdnîgariyek mezine û gelek herêmên hilbijartinê hene. Ji ber vê dibe ku em bikevin zorê. Lê wek hedef em hewl didin li her derê bernameyekê plan bikin.”Demîrtaş têkildarî pirsa wê lîsteya namzetan li rojavayê Tirkiyeyê çawa bê nirxandin, jî wiha got: “HDP partiya hevpar a welate. Li Edîrneyê jî namzetên me yên wir temsîl dikin hene. Li Îzmîr, Trabzon, Colemêrg, Wan û Amedê jî namzetên me yên temsîl bikin hene. Li her derê namzetên ku Tirkiyeyê dihundirînin hene. Ji ber vê jî namzetên me yên Rojavayê welat jî bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. HDP ev demek dirêje bi gotin û polîtîkayên xwe hêvî û kelecan afirandiye. Her ku kampanyaya me ya hilbijartinê pêş bikeve emê vê bibînin. Me li Rojava reaksiyonên gelek erênî dîtin. Kesên berê dengên xwe didan partiyên din, li her derê ku me dibînin piştgiriyê didin me. Ev wê vegere çiqas dengî emê di 7’ê Hezîranê de bibînin. Emê beyî hêviya gelê xwe vala derxînin, wê serketinê diyariyê hemû Tirkiyeyê bikin.” Demîrtaş ji bo pirsa li ser benda hilbijartinê de got, "Em dibînin ku AKP bi awayekî cidî qels dibe, serberjêr bûye. AKP li ser sînorê ketina ji desthilatdariyê ji hikûmetê ye, em jî li ber derbaskirina bendê ne. Dema em zêde dibin, AKP kêm dibe û îdîaya avakirina hikûmetê bi tena serê xwe winda dike. Eger ev desteka ji bo me bi vî rengî dewam bike û em jî polîtîkayek hêjayî gelê xwe nîşan bidin, eger mîsyona HDP'ê baş were vegotin, bi dîtina min wê pirsgirêka bendê ji holê rabe."

    Etîketan:
    AKP, HDP, Selahettin Demîrtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de