17:38 23 Çile 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin

    © AFP 2016/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2511

    Di kemînekê de li nêzîkî gundê Xêbişê YPG 4 emîrên DAIŞê li gel çekdarên wan kuştin.

    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê 4 Emîrên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê li gel çekdarên wan, di kemînekê de li gundewarê Til Temirê kuştin.Çavkaniyeke meydanî ji gundewarê Til Temirê ji BasNews re ragihand: “Şervanên Kurd şeva borî 8 Nîsanê girûpek ji çekdarên DAIŞê di kemînekê de nêzîkî gundê Xêbişê li Til Temirê kuştin, her yek ji (Ebû Adiyat Elurdinî, Ebû Suheyb Elensarî, Ebû Miseb Elşumerî û Ebû Sabit Elcezrawî) ku hemî jî ji Emîrên Daişê ne di nav kuştiyan de bûn“ç Her wiha wê çavkeniyê tekez kir ku, hemî çekdarên li gel wan Emîran hatine kuştin lê hejmara wan ne diyare. Ji 7 Adara borî de DAIŞê êrîşên berfireh birin ser Til Temirê û gundewarê wê, ji wê demê heta niha rojane şer di navbera DAIŞê ji aliyekî ve û YPG û Hêza Zêrevanên Xabûr ji aliyekî din ve berdewamin, herwiha DAIŞê gelek kiriyarê ne mirovane bi serê xelkên wê deverê kirine ku, bêtirê wan Xirstiyanên Aşûrî ne.

    Etîketan:
    YPG, DAIŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de