08:03 25 Gulan 2017
Zindî
    Jin û zarên êzîdî ji dest DAÎŞ`ê  hatin rizgarkirin

    Di nava du rojan de nêzîkî 300 êzidiyên êxsîr azad bûn

    © Foto: Osman Ba]qali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 2901

    Roja çarşemê jî li eniya Kerkûkê 217 welatyên kurdên êzidî ji destê şeteyên DAÎŞ`ê azad bûbûn û gihîştibûn qada di bin kontrola hêzên pêşmerge de.

    Di nava du-sê rojên dawî de li bajarokê Tileferê yê ser bi parêzgeha Mûsilê, 61 jin û zarokên kurdên êzdî ji destê DAIŞê rizgar bûn û xwe gihandine hêzên pêşmerge. Roja çarşemê jî  li eniya Kerkûkê 217 welatyên kurdên êzidî ji destê şeteyên DAÎŞ`ê azad bûbûn û gihîştibûn qada di bin kontrola hêzên pêşmerge de.

    Xeyrî Bozanî berpirsê pişka Ola Êzidî ya di Wezareta Karubarên Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de, ku serperistya veguhastina wan êzidyên azadî kirî dike,  rewşa êxsîran û rizgarkirina wan ji Spûtnîk Kurdistan re vegot.

    Peymanêrê Spûtnîk Osman başqalî ji Hewlêrê radigihîne:

    Xeyrî Bozanî dibêje, du  terorstên DAÎŞ`ê 217 welatyên êzidî yên sivîl ku tev ji pîr u kal û jin û zarokan pêk hatîne, li navçeya Mekteb Xalid a li başûrê Kerkûkê geştîne navçeya bin kontrola hêza pêşmergên Kurdistanê.

    Xeyrî Bozanî  amaje dike ku sedema azadkirina wan rehîneyan diyar nine, lê bi baweriya wî,  ne dûr e ku ji ber fişara hinek alî û rêxistinên navçe û nêvdewletî pêk hatibe: “Berî du rojan Ajansa Parastna Ewlehya Kurdistanê karî bi hin rıyşn xwe yên taybet 30 welatyên din yên êzidî li navçeya Tel Eferê azad bike û hejmara wan li gel yên îro bûye 247 welatî. Lê li gor wan amarên li ber destên me ye,  ta niha bêtrî 3500 welatyên kurdên êzidî di destê terorstên DAÎŞ`ê de ne".

    Bozanî  destnîşan dike ku welatyên êzidî, ku hatîne azadkirin, wê bên veguhastin Pertisgeha Laliş a li navçeya Şêxanê û ji alyê Babê Şêx rêberê Ola Ĕzidî û malbat û kes û karên wan ve wê bihên pêşwazî kirin û çend rêûresmên olî jî ji bo wan bêne pêkanîn.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de