20:13 29 Gulan 2017
Zindî
    Kobanê, şervanên YPG

    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin

    © Foto: AA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3711

    Fermandara YPJ ya li Kobanê Rengîn Rênas dibêje, piştî rizgarkirina Kobanê tenê li malên derdora bajêr bêhtir ji 100 ton madeyên teqemenî û bombe hatine bêzirarkirin û di fealiyeta paqijkirinê de herî kêm 16 şervanên YPG şehîd bûne.

    Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê û beşek mezin ji gundewarên wê, bombeyên ne teqyayî li pêşiya jiyana şêniyên kantona Kobanê hê jî metirsiyeke mezin e. Çeteyên DAIŞ ku li Kobanê şikestin û paş de vekişiyan, li şûna xwe bi hezaran bombe bi cih kirine. Bombeyên bermayî yên DAIŞ`ê hema bêje her roj  dibin sedema mirina welatiyên sivîl.

    Di derbarê vê mijarê de, Peymanêrê  radyoya Spûtnîk Kurdistan Sûltan Tamo li ser rewşa îroyîn a Kobanê li gel  fermandara YPJ Rengîn Rênas axivî.

    Fermandara YPJ Rengîn Rênas balê dikşîne ser bombeyên veşartî û amaje dike û jiyana şêniyên kantona Kobanê hê jî di bin metirssiyê de ye: “Bermayiyên bombeyên neteqyayî yên şerê Kobanê dibın sedema qurbaniyan di nav xelkê sivîl de,  yên ku vedigerin bajar û gundê xwe. Heta niha bêhtir ji 40 şêniyên Kobanê, ku piraniya wan zarok û jin in, ji ber van bombeyan şehîd ketine. Dema ku malbat dixwazin malê xwe paqij bikin û têde bi cih bibin, rastî van bombeyan tên û di encam de jiyana xwe ji dest didin. Her wiha dema gundî dixwazin erdê xwe biçînin û jiyana xwe bidomînin rastî vê xeteriyê tên, û di encam de dibin qurbaniyên van bombeyan”.

    Rengîn Rênas  dibêje ji bo paqijkirina teqemeniyê li Kobanê tîmên taybet hatine sazkirin: “Tîmên me yên paqijkirina bajar û gundên Kobanê ji bermahiyên bombeyên ne teqyayî hene, û li gor îmkanên di dest wan de herêmê ji bombeyan paqij dikin, lê heta weke îro 16 endamên van tîman jiyana xwe ji dest dane ji ber bombeyên ne teqyayî, ev ji sedema nebûna alavên teknîkî yên paqijkirina mayinan, hevalên me jiyana didin qurban ji bo parastina jiyana xelkên sivîl, û bi armanca vegera jiyanê li Kobanê”.

    Fermandara YPJ Rengîn Rênas destnîşan dide ku, Kobanê bi navê cîhanê şerê li hember DAIŞ kir, lê hember vê yekê xwedî derketina cîhanê li Kobanê qelse: “Di kesayeta YPG û YPJ Kobanê di ber tevahî Cîhanê şerê rêxistina terorîst ya DAIŞ kir, lê li wê gorê hêzên cîhanî li Kobanê ne bûne xwedî. Bêhtirî du heyvan çêbûye ku bajarê Kobanê hatiye rizgar kirin û beşek mezin ji gundan hatiye rizgar kirin, û bangewaziya rêveberiya kantona Kobanê û Desteya Parastinê hebû derbarê bombeyên neteqyayî de. Lê tenê hewildanên du, yan jî sê sazî çêbûye ji bo paqijkirina Kobanê ji bermahiyên şer: saziyek Almanî hatiye Kobanê û xebata xwe dike û her wiha saziya bi navê Handycap ya paqijkirina bombeyan gihiştiye Kobanê. Lê ev sazî ji ber sedemên bîrokratî û pîlanên demdirêj ku ew datînin, ewê vegera jiyanê li bajar û gundewarê Kobanê dereng bikeve”.

    Rengîn rênas dibêje, rojane 4000-5000 welatî vedigerin Kobanê, û pîlanên saziyên heyî yên paqıjkirina bombeyan wê sê-çar heyvan dirêj bike, ev dema dirêj wê xeteriyek cidî li ser jiyana welatiyan çêbike, niha pêwîste bi lez û bez saziyên navnetewî xwedî li erka xwe li hember Kobanê derkevin.

    Fermandara YPJ Rengîn Rênas tekez dike ku tîmên wan ên paqijkirina bombeyan heta niha tenê li malên derdora Kobanê, bêhtir ji 100 ton madeyên teqemenî û bomba paqijkirine.

    Etîketan:
    DAIŞ, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de