Rêzanên bikaranîna materyalên, ku li malperên radyoya "Dengê Rûsyayê" hatine weşandin

1. Rêzanên giştî

1.1 Rêzanên bikaranîna materyalên, ku li malperên kompanya radyoya `Dengê Rûsyayê` hatine weşandin şert û mercên bikaranîna wan eşkeredikin:http://rus.ruvr.ru/, http://albanian.ruvr.ru/, http://english.ruvr.ru/, http://arabic.ruvr.ru/, http://bengali.ruvr.ru/, http://bulgarian.ruvr.ru/, http://hungarian.ruvr.ru/, http://vietnamese.ruvr.ru/, http://greek.ruvr.ru/, http://dari.ruvr.ru/, http://spanish.ruvr.ru/, http://italian.ruvr.ru/, http://radiovr.com.cn/, http://korean.ruvr.ru/, http://kurdish.ruvr.ru/, http://mongolian.ruvr.ru/, http://german.ruvr.ru/, http://norwegian.ruvr.ru/, http://persian.ruvr.ru/, http://polish.ruvr.ru/, http://portuguese.ruvr.ru/, http://pashto.ruvr.ru/, http://romanian.ruvr.ru/, http://serbian.ruvr.ru/, http://slovak.ruvr.ru/, http://turkish.ruvr.ru/, http://urdu.ruvr.ru/, http://finnish.ruvr.ru/, http://french.ruvr.ru/, http://hindi.ruvr.ru/, http://czech.ruvr.ru/, http://swedish.ruvr.ru/, http://japanese.ruvr.ru/.

1.2 Berya bikaranîna matêryalên, ku li malperên Kompanyê yên navborî hatine weşandin, Bikarahêner erkdare pênasînê bi naveroka van Rêzanan bike.

1.3 Ev rêzan dikarin jibo zimanekî din bên wergerandin. Heger versyona bi zimanê rûsî ji ya zimanê lê tê wergerandin cuda be, wê versiyona bi zimanê rûsî bê bikaranîn.

 

2. Têgihiştin û naskirnên esasî

2.1 "malper"- komek ji nûçeyên, ku di internêt de hatine belavkirin û mirov li gor navnîşanek taybet pênasînê bi wan re dike.

2.2 "Bikarhêner"-her kesê, ku dikare malperên Kompanyê yên di xala 1.1. de hatine pêşkêşkirin bikarbîne.

2.3 "Matêryal"-çi zanyariyên hebin (ji nav wan, fonogram, naverok, wêne, deng, vîdeo û materyalên din) yên li malperên Kompanyê hatine weşandin.

2.4 "Matêryalên nûçeyan"-ragihandinên derbarê bûyer û faktan, ku tenê jibo ragihandinê ne.

2.5 "Matêryalên naverokên zanyarî"-materyalên şirovekirnê, ku bi forma naverokê li malperên Kompanyê hatine weşandin û sirûştyek wan ya zanyarî heye.

2.6 "Matêryalên nivîskaran"- materyalên, ku li malperên Kompanyê bi her formê hatine weşandin û sirûştiyek wan ya çandî, perwerdeyî, kêf û eşq û yên wekî din hene.

2.7 "Bikaranîna matêryalan"- çapkirin, parastin, belavkirin, pêşana giştî, weşandin, ragihandina di riya kabêl de, ragihandina jibo raya giştî, wergerandin, amadekirin û rêbazên bikaranînê yên wekî din yên di çarçova zagona Fêdêrasyona Rûsyayê de, bi taybetî made 1270 ji zagona Rûsyayê.

2.8 "Hayperlink" - perçê belgenama –HTML, ku rûpelek din di internêtê de nîşandike û riya tam (URL) ya jibo vê rûpelê têd heye.

2.9 "RSS-weşînek"-forma weşîneka zanyaryan bi şêwê tayê nûçeyan, banghinêrên gotaran, guhertinên di blogan de, yên hatine komkirin, amadekirin û di riya bernamên taybet an internet de bi awakî rehet ji ziyaretvan re hatine pêşkêşkirin.

 

3. Bikaranîna matêryalên malperên Kompanyê

3.1 Tenê bi destûra nivîskî ya Kompanyê an ser asasê rêkeftina pêre Bikarhêner dikare matêryalên, ku li malperên Kompanyê hatine bicîkirin, ji bilî xalên, ku di rêzanan de hatine eşkerekirin bikarbîne.

3.2 Matêryalên, ku li malperên Kompanyê hatine bicîkirin yên ne wê bixwe amadekirye an bi sparişa wê hatine amadekirin ( Di van materyalan de tê nîşankirin bê çavkaniya wan ji ku ye) bêyî qebûlkirna nivîskî jibo Bikarhêner nikare wan bikarbîne. Razîbûna nivîskî tenê bi destûra xwediyên van matêryalan tê dan.

 

4. Bikaranîna matêryalên belaş

4.1 Bikarhêner dikare bêyî qebûlkirna nivîskî ya Kompanyê materyalên, ku li malperên Kompanyê hatine bicîkirin bikarbîne bi mercê, ku ev bikaranîn wê jibo armancên şexsî be û qezencê jê pêşnêrînnake.

4.2 Bikaranîna matêryalên Kompanyê, ji bilî rewşa di xala 4.1 de hatiye danîn, bêyî qebûlkirna nivîskî dibe,ku di rewşên bên de bên bikaranîn:

4.2.1 Li malperên rêxistinên xêrxwazî û hemû sazûmanên perwerdeyî;

4.2.2 Zanyariyên giştî yên belaş, çavkanyên perwerdeyî, dirasatên heremî yên elektronî.

4.3 Rêxistinên olî tenê piştî qebûlkirna nivîskî dikarin matêryalên Kompanyê belaş bikarabînin.

4.4 Matêryalên nûçeyan her kes dikare belaş bikarbîne. Di heman demê de, Bikarhêner divê çavkanya matêryalên nûçeyan daxuyanî bike û Hyperlink li malpera Kompanyê, ku ev matêryal jê hatine wergirtin deyne. Hyperlink gerek yekser li rûpela, ku matêryalê nûçeyê an perçên wê jê hatine wergirtin bê danîn.

4.5 Bikaranîna matêryalên nivîskaran, ku li malperên Kompanyê hatine bicîkirin, ji bilî yên di xala 4.1 de ya Rêzanan hatine danîn, mumkune tenê piştî qebûlkirna nivîskî bên bikaranîn.

 

5.Cûrên bikaranînê yên wekî din

5.1 Bikaranîna bazirganî ya matêryalên li malperên Kompanyê hatine çapkirin, tenê bi rêkeftina bi Kompanyayê re tê pêkanîn. Herdû alî li ser nerxê bikaranîna her matêryalekî konkrêt lihevdikin. Kompanî li gor şert û mercan dikare destûrê bide jibo matêryal belaş bên bikaranîn.

5.2 Bikaranîna grafîk û wêneyên, ku li malperên Kompanyê hatine çapkirin, ji bilî xala 4.1. ya Rêzanan, tenê dibe, ku bi destûra nivîskî ya Kompanyê an ser asasê rêkeftina pêre, her weha bi bicîkirna erkdar ya sembolê Kompanyê û Hyperlinka li malperê Kompanyê bên bikaranîn.

5.3 Bikaranîna fonogram, deng, vîdyo û materyalên guhdarîkirin û dîtinê yên wekî din, ji bilî xala 4.1. ya Rêzanan, dibe tenê, ku bi qebûlkirna nivîskî ya Kompanyê an li ser asasê rêkeftina pêre bên bikaranîn.

5.4 Heger bikaranîna matêryalên kesên sêyan, ku li malperên Kompanyê hatine bicîkirin pêwîst be, Bikarhêner divê ji xwediyê van matêryalan, ango kesê sêyan destûrê bixwaze, ji bilî rewşên, ku destûr li ba Kompanyê jibo mafê bikaranîna van matêryalan pêşkêşî Bikarhêner bike.

 

6. Erkên Bikarhêner di dema bikaranîna matêryalan de

6.1 Bicîkirna link û Hyperlink li çavkaniya matêryalê hatiye deynkirin.

6.1.1 Daxwazin giştî jibo pêkanîna lînk û Hyperlink li çavkaniya materyalê hatiye deynkirin evin:

- Nişankirna rûpela sereke ya zimanê malpera Kompanyê ya, ku li xala 1.1. ya Rêzanan hatiye daxuyanîkirin an navnîşana rûpelek konkrêt ya malpera Kompanyê an belgedanka, ku matêryal jê hatiye deynkirin û nîşankirna navê Kompanyê: Sazûmana Dewletê ya Radyo Kompanya (SDRK) ``Dengê Rûsyayê``.

-Link divê jibo dîtin û famkirnê hêsan be.

Hyperlink divê jibo veguhestina pê ji çavkaniya jê hatiye deynkirin ya li malpera Kompanyê çalak û hêsan be û divê li malperên internêtê yên nasyar bê indêks kirin. Gerek tu-astengyên din jibo lêgerîna indêksa vê linkê tune bin, bi taybetî :rûpela, ku link lê hatiye bicîkirin divê jibo indêkskirna li belgedanka robots txt ne qedexe be, her weha li Meta-terax rûpelê bixwe, hyperlink divê bi wesfê `noindex` neyê wesfkirin û divê wesfê `nofollow` têde tunebe.

6.1.2 Di dema bikaranîna matêryalên di weşanên elektronî de, li rûpelên malperên –intêrnêrt li belgedankên elektronî an formên bikaranînê yên bişêwê elektronî Bikarhêner di her bikaranînê de erkdare link li ser çavkaniya jê deynkirye bi şêwê Hypêrlinka çalak deyne.

6.1.3 Di dema bikaranîna matêryal û weşanên çapemenî, pirtûk an formên bikaranînê yên wekî din de, Bikarhêner her tim divê link li ser çavkaniyê bi şêwê nîşankirna rûpela sereke ya malpera ziman ya Kompanyê û navê –SD RK `Dengê Rûsyayê` an li ser malpera Kompanyê ku matêryal jê hatiye stendin deyne.

6.1.4 Di dema bikaranîna nivîsarên matêryalan de link û Hyperlink divê li paragrafa pêşîn ya nivîsara, ku matêryalên ji malperên Kompanyê têde tên bikaranîn an yekser li bin nivîsara matêryalê malperê ku hatiye bikaranîn bên danîn. Pîvana nivîsandina linkê divê ji ya nivîsara Bikarhêner, ku nivîsarên matêryalên malperan têde tên bikaranîn ne kêmtir be.

6.2 Bikaranîna matêryalên Kompanyê yên ji çavkaniyên didwan hatine wergirtin, dibe tenê, ku ser asasê linka çavkaniya pêşîn, ku li gor xalên Rêzanan 6.1.1-6.1.4 hatiye pêkanîn bên bikaranîn, heger bikaranînek wisa mafê xwediyê matêryalên hatine nîşankirin têk nabe.

6.3 Şopandina vejandina tam.

6.3.1 Di dema bikaranîna matêryalên Kompanyê de, ji bilî kurtkirna nivîsaran, nabe ew ji nû ve bên pêkanîn. Nivîsar dikare bê kurtkirin, heger ev kurtkirin têghiştina vî matêryalî kêm neke..

6.3.2 Bikarhêner tenê bi destûra nivîskî ya Kompanyê dikare matêryalên wekî din bikarbîne.

6.3.3 Bikarhêner di ber xirabkirna wetaya matêryalên, ku di encamê vejandina wan ya ne tam de peydabibin berpirsyare.

6.3.4 Nabe, ku ragihandina bi awakî tam ragihandina Kompanyê dûblaj dike di RSS-link de bê danîn.

6.3.5 Nabe, ku Bikarhêner demek zûtir ji ya derketina materyalên bihingam li malpera Kompanyê destnîşanbike.

 

7. Ahkamên dawin

7.1 Maf li ba Kompanyê heye, ku bêyî ragihandina Bikarhêner Rêzanên xwe di her demê de biguhere. Çi guhertinên li malperên Kompanyê bên pêkanîn yekser tên bikaranîn.

7.2 Jibo hemû pirsênderbarê bikaranîna materyalên Kompanyê (bi taybetî yên ne belaş) pêwîste daxwaz li ser vê adrêsê distrib@ruvr.ru an bi telîfona +7(495)950-63-40 bê kirin.