10 4 2015, 16:28

Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)

Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)
Daxe

”Em heta di demên herî bextewar û herî bedbext da jî hewceyê wênekêşan in”. Gyotê.

Min xwest ku bernameya xwe ya îro ji seredan-gereke biçûk ya ber bi Moskvayê va dest pê bikim. Moskva bajarekî mezin û yek ji bajarên herî ciwan e li cihanê. Bajar li rex çemê Moskvayê pervedaye û bingeha wî berî zêdeyî 800 salan hatîye danînê. Di wî da gelek seyrangeh û meydanên bedew, warên arkîtêktûrî yên ecêb xweş û cîyên bona dîtinê yên hewaskar hene. Di nav wan da Kremlîn û Meydana Sor, xanîyên Şanoyên Bolşoy û Malênkîy, Perestgeha Vasîlî Blajênov, Mûzêya dîrokê, Qesira çekan û yên din hene. Moskva hatîye naskirinê wek navbenda kûltûrayê, xwendinê, senayê û zanyarîyê. Li Moskvayê gelek mûzêy, galêrî, şanoyên opêrayê, ûnîvêrsîtêt, kompanîya, navendên lêgerînan hene. Bê şik, Moskva bajarekî taybet e. Bingehê sîstêma transporta Moskvayê Mêtropolîtêna Moskvayê ye. Her rawestgeheke mêtroya Moskvayê xwedî arkîtêktûra taybet e, bi nexş û nîgarên xwe va. Û dema bala xwe didî wê ciwanîyê û li wir rastî berhemên hemwelatîyê xwe têyî, dilê te baristan dibe, xwe kubar dibînî.

Me bernameya xwe ne badilhewa ji gera li Moskvaya bedew va dest pê kir. Li Moskvayê gelek berhemên Têymûrazê Efo hene, ew wêneyê bo xemilandinê ya bi navê “Alava Şêr” e, ku li ser girê Poklonnayê ye, li mûzêya Şerê Wetenîyê yê Mezin, ber dergehê Seraya Efatîyê, wêneyên li ber derê naxweşxaneya çavan ya ser navê Fyodorov, li rawestgehên mêtroyê yên bi navên Dûbrovka, Trûbnoy û Tsvetnoy Bûlvarê ne. Wêneyên bi têma sportê li ser avahîyên olîmpîdaya sala 80î hene. Têymûrazê Efo niha jî efrandarîya xwe berdewam dike. Têymûrazê birêz zewicîye, xwedî malbeteke baş e: xanima wî ya bêqusûr, kurê wî, keça wî, zavayê wî û bûka wî, nebîyên kurîn û qîzîn hene. Ew li Moskvayê dijî û dixebite.

Reşoyêv Têymûrazê Efo 16ê çirîya paşin sala 1951ê li Gurcistanê, li bajarê Tbîlîsîyê, di maleke xebatkaran da ji diya xwe bûye. Di malbeta Reşoyanan da 7 zaro hebûn, 5 kur û 2 keç. Ji zarotîyê da mêla wî li ser wênekêşîyê bû û herdem tiştek çê dikir. Bi gotina Têymûraz, ew di maleke sinetkaran da mezin bûye û ew mal li bajêr ji alîyê gel da wisa dihate binavkirin. Ew mal bi wênekêşên navdar û artîstan va deng dabû.

Rojekê jî wênekêşa bi nav û deng Marîka Daûşvîlî aqilmendîya Têmûrê xort texmîn kir. Ewê dest pê kir ew hînî sêr û surên wênekêşîyê kir.

Têymûrazê genc pey qedandina dibistanê ra kete xwendegeha wênekêşîyê ya ser navê Toîdzê û dest bi hînbûna heykelterêşîyê kir.

Di dema xwendinê ji kûrsa 2an Têymûraz praktîka xwe cem wênekêşê li cihanê bi nav û deng Zûrab Tsrêtêlî derbaz kir, dû wê yekê ra ewî birêz Têymûraz di koma xwe da hîşt û li wir dest pê kir ew hînî xebata heykelan, mozaîka dêkoratîv u hunermendîya xemilandinê kir. Û eva êdî 44 sal in, ku birêz Têymûraz xwe daye wî karî.

Têymûrazê Efo dibêje: Pêşekê wênekêş pir dijwar e, ew ne bona kesên tembel e, lê ez ji xortanîyê da xebathiz bûm. Min herdem tiştek çê dikir, herdem bi tiştekî va mijûl bûm û ewê yekê tevaya hereketê min warguhêzî nava hunurmendîya wênekêşîyê kir. Û ez di temamîya jîyana xwe da wî karî dikim. Bextê min lê xist ez bi karê heykelterêşîyê, xemilandina waran ya bi cûrê bedew, heykelterêşîya bi hesinan va mijûl bûm û min ji wan karan lezeteke baş didît.

 

 

  •  
    û parve bike