3 4 2015, 17:16

Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Sêyemîn)

Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Sêyemîn)
Daxe

Gava guh didî dengê batinî yê meyê, wisa texmîn dikî, ku tenê merivê dilpaqij, berbihêr û gelekî qenc dikare li meyê xe. Eyan e, ku sazbendên Hindistanê gava hînî lêxistina ser hacetên sazbendîyê dibin, gelek sal ser wê yekê xerc dikin, ku cihanê nas bikin û di nav ulmê fîlosofîyayê da kûr bibin.

Em sohbeta xwe ya bi sazbendê bilûr, mey, fîq û zurneyê Mîroyê Qanat re berdewam dikin.

Mîroyê Qanat derbarê sazbendên kurd ên navdar de wisa dibêje: Dixwazim keda Egîtê Cimo qîmet bikim. Ew efsaneyê zindî ye, ew li ser hemû aletên sazbendîyê lê dixe, xwesma ser mey û bilûrê. Derheqa wî de dibêjin "Mîrê bilûrê". Lê di nav kesên hevdem de ez qîmetekî mezin didime Tîtalê Tajdîn, ku miqamên kurdî bi hostatî diqedîne. Ez wê jî bêjim, ku ew jî mînanî min, şagirtê bavê min bû. Ji dengbêjan ez dixwezim bi taybetî navên Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed bidim. Ji dengbêjên hevdem Delîl Dîlaner û gelekên dinê bi dilê min in.

Mîroyê Qanat derbarê malbata xwe de dibêje, ku ``Ezê hertim bi serbilindî û razîbûn bavê xwe – Qanatê Kakê bi bîr bînim. Bira rehmeta Xwedê li wî be û Xwedê sehet û qewatê bide diya min – Kulîlka Cindî, yên ku hizkirin û hesîna kubarîyê kirine nava ruh û dilê min û bona wê yekê, ku ez îro xwe pirtikeke gelê kurd dihesibînim, ku xweyê dîrokeke dewlemend e û mezinaya miletê min wê di paşdemê da geş xuya bibe û ez ji wê yekê lezetê dibînim. Ez zewicîme, sê zarên min hene. Em li malê bi kurdî dipeyîvin, em erf-edetên xwe diparêzin, eyd û erefatên xwe didinê kivşê. Ez bi dînê xwe ve êzdî me, pîr im.

Mîroyê Qanat sala 1973an, li devera Proşyanê, li Ermenîstanê, di mala sazbendekî bi nav û deng da hatîye dinyayê. Bavê Mîro – Qanatê Kakêyê rehmetî sazbendekî kurdayî bi nav û deng bû.

Mîro piştî kutakirina dibistanê çû paytextê Ermensîtanê – Yêrêvanê û kete fakûltêta kurdzanîyê ya Înstîtûta ser navê Davîd Anhaxt, ku serokê wê dayîreyê nivîskarê kurdayî mezin, helbestvan Çerkezê Reşê rehmetî bû. Piştî temamkirina kûrsa dudan Mîro bi şêwra mamostayê xwe – Çerkezê Reş bar kire Moskvayê û kete Ûnîvêrsîtêta Rûsîyayê ya Dostîya Gelan, fakûltêta rojnamevanîya navnetewî. Çend salan li kovara "Dostanî" da wek wergervan kar kir. Lê paşê jîyana wî bi carekê va guhêrî – ew bû sazbendê eyan.

 

  •  
    û parve bike