12 4 2015, 17:54

PDK: Ti valahiyeke leşkerî li Kurdistanê tine

PDK: Ti valahiyeke leşkerî li Kurdistanê tine

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, hêza Heşda Şeibî ku ji milîsên şîe yên Iraqê pêk tê, ji bo Iraqê pêwîst e lê ji bo Kurdistanê na. 

Encumena Rêveberiya PDKê îro bi serokatiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya. Di civînê de alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û hemû endamên encumenê amade bûn. 

Li gorî daxuyaniya civînê, di civînê de li ser rewşa Iraqê, şerê DAIŞê, rewşa Kurdistanê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rewşa PDKê, mijarên Destûrê û Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine axaftin û helwest û biryarên pêwîst hatin dayîn.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku niha hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê mirovahiyê diparêzin û bi alîkariya hêzên hevpeyman roj bi roj zêdetir pêşde diçin û wêrekî û berxwedana Pêşmerge û şervanên kurd ji Xaneqînê heta Şingal û Kobanî tirs xistiye nav dil û mêjiyê dijminan.
PDKê li ser hêza Heşda Şeibî, ku niha di şerê DAIŞê de alîkariya artêşa Iraqê dike jî ragihandiye, Heşda Şeibî ji bo Iraqê lazim e lê ji bo Kurdistanê na, çimkî Pêşmerge ti valahiyeke leşkerî û ewlehiyê li Kurdistanê nehîştiye.

  •  
    û parve bike