12 4 2015, 17:08

Enbar- Hêzên Iraqê xwe amade kirin, DAIŞê êriş kir

Enbar- Hêzên Iraqê xwe amade kirin, DAIŞê êriş kir

 Tevî ku hêzên Iraqê li parêzgeha Enbarê xwe ji operasyoneke berfireh re amade dikirin jî, lê çekdarên DAIŞê beriya wan dest bi êrişê kir û kêm maye ku bajarê Rûmadî li wir kontrolbikin.

Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê, Faris Îbrahîm ku li dijî DAIŞê şer dikin, ragihand ku `eger di demeke nêzîd de, çek û pêdviyên leşkerî û hêz negihên parêzgeha Enbarê, wê xelkê navçeyeke berfireh li Enbarê rastî qirkirinê bên, ji ber ku çekdarên DAIŞê kêm maye ku bi temamî bajarê Rûmadiyê kontrolbikin.
Faris Îbrahîm got ku `operasyona Enbarê ji aliyê hêzên Iraqê ve hîn jdestpênekirye, ji ber ku pêdviyên leşkerî hêj neketine destê me de û ev jî sedema xirabûna rewşa hinek eniyên şer e li Enbarê ye.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encumena parêzgeha Enbarê, Îd Emaş ragihand ku navçeyên parêzgeha Enbarê ji hev hatine qutkirin, ji ber ku DAIŞê % 60 ji bajarê Rûmadî kontrolkirye.

  •  
    û parve bike