12 4 2015, 16:00

Kurd Hesekê vala dikin

Kurd Hesekê vala dikin

Ji ber têkçûna ewlehiyê, bihabûna pêdiviyên jiyanê û ne aramiya li bajarê Hesekê, ev tevdê bûn sedema ku beşekî mezin ji kurdên bajêr koçber bibin û demografiya bajêr bê guhertin.

Ji despêka kirîza Sûriyê ve û bi taybet di herdû salên borî de li bajarê Hesekê dergehê koçberiyê vebû. Li gor gelek çavdêrên siyasî, sedema sereke ya koçberiyê, têkçûna ewlehiyê û nakokiyên siyasî ne.

Ji aliyê aborî ve, parêzgeha Hesekê, ji ber dorpêçkirina bajêr û bihabûna tevaya pêdiviyên jiyanê, ligel kêmbûna derfetên kar di rewşeke aloz de ye.

Koçberiya kurdan û herwiha firotina xaniyan bandoreke neyinî li ser demografiya herêmên kurdî dike û li şûna kurdan kesên ereb cih girtine.

Bi hezaran kurdên Sûriyê koçberî welatên derdorê bûn e û ji nav wan pareke mezin ji kurdên Hesekê ne.

  •  
    û parve bike