12 4 2015, 15:14

Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin

Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin

Çekdarên rêxustina DAIŞê êrişî ser 2 navendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundekî nêzîkî Şingalê kirin, lê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi hev re bersiva êrişa wan dan.

Fermandarê Lîwaya 4 ya Hêzên Pêşmerge, Eqîd Îsa Zêweyî ji Rûdawê re ragihand ku `îro seat 10:00 li gundê Gabar yê nêzîkî Şingalê, çekdarên DAIŞê êriş kirin ser 2 navendên YPGê, lê ew êriş tê şikenandin.`

Eqîd Îsa Zêweyî wiha got ku`Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi hev re bersiva êrişa wan didin. Ziyanên me nînin. Ziyanên wan gelekin.`

  •  
    û parve bike