12 4 2015, 14:16

Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e

Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e

Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokê Kuba Raûl Castro dawî li dijmantiya 50 salan ya di navbera her du welatên xwe de anîn û ji bo cara yekê li Penemayê li hev civiyan.

Barack Obama di civînê de got ku ev 50 sal bûn tiştek di têkiliyên navbera Amerîka û Kuba de nehatiye guhertin, lê niha dem hatiye ji bo guhertin di wan têkiliyan de çêbibin.

Obama civîna xwe ligel Castro wek civîneke dîrokî bi nav kir û bal kişand ser ku ew amade ye kar ji bo destpêkirina têkiliyên ligel Kubayê bike.

Raûl Kastro jî ragihand ku ew jî mîna Obama hizira asayîkirina têkiliyên di navbera Kuba û Amerîka de dike.

Herwiha Castro civîna ligel Obama wek civîneke dîrokî ji bo her du aliyan bi nav kir.

  •  
    û parve bike