12 4 2015, 14:02

KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer dest bike

KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer dest bike

Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku Artêşa Tirkiyê dixwaze dest bi pêvajoyeke şer bike û hişyarî da Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçîn Akdogan û AK Partiyê.

KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Tendûrekê destbi opêrasyonê kir û li hemberî xelkê kurd ên sivîl gule berdan û di encamê de serokê navçeya Diyadîn yê berê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

KCKê dest nîşan kir ku dema ew li daxuyaniyên dawî yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmetê dinêrîn, diyar dibe ku wan amadekariya hinek operasyon û provakasyonan kirine û ev buyer yek ji encamên wê ne.

Hevserokatiya KCKê got ev yek ji bilî sorkirina şer, nayê ti wateyê û wiha domand:

`Em Yalçin Akdogan û AKPê hişyar dikin! Eger hûnê bi agir bilîzin hûnê dawî li xwe bînin û bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin, dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrişî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrîş dê qat bi qat bersiva xwe bibînin.`

  •  
    û parve bike