12 4 2015, 13:08

Hikûmeta Sûriyê dê alîkariya Kampa Yermûkê bike

Hikûmeta Sûriyê dê alîkariya Kampa Yermûkê bike

Cîgirê şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Remzî Îzedîn ragihand ku Hikûmeta Sûriyê wê alîkariyê bide jibo ku krîza li Kampa Yermûkê bê kêmkirin.

Remzî duh piştî hevdîtina xwe ya ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got ku ew di wê baweriyê de ye ku Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya nêzîkî 18 hezar kesên ku li Kampa Yermûkê asê mane, bike.

Îzedîn diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî wê ligel Hikûmeta Sûriyê kar bike ji bo selametiya filestînî û sûriyên li Kampa Yermûkê ya ku DAIŞê hewl dide kontrol bike, bê parastin.

Cîgirê şandeyê Neteweyên Yekbûyî jibo Sûriyê herwiha got ku ew dixwazin xelkê kampa Yermûkê piştrast bin ku berjewendiya wan ji karên destpêkê yên Neteweyên Yekbûyî ye û ewê her tiştî bikin ji bo ku selametiya wan were parastin.

  •  
    û parve bike