12 4 2015, 12:44

Iraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire

Iraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire

Hikûmeta Iraqê, jibo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, wê bi milyarên dolaran çekên amerîkî yên pêşketî bixwaze. 

Berprisekî Amerîkayê dibêje, Washington pêgire ku çekên pêwîst pêşkêşî hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge bike.

Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî iraqî belavkirye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wê di serdana xwe ya Washingtonê de van çekan ji Serokê Amerîka Barack Obama bixwaze.

Wî berpirsê iraqî ku nav nehatiye aşkerekirin, bal kişan ser ku eger Iraq alîkariyên ku ji Amerîka dixwaze wernegire, ewê berê xwe bide Îranê, lê di heman demê de got, Ebadî pêgirê hevkariya ligel Amerîka ye.

 

Li gor wî berpirsê iraqî, Ebadî wê di civîna xwe ya roja sêşemê ligel Obama de daxwaza çekên pêşketî yên wek balafirên bê pîlot, helîkopter ji cureya apaçî, cebilxane û çekên din bike.

, Berdevkê Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka Alistair Baskey ji aliyê xwe ve got ku Washington wê şêwiriya xwe ligel serkirdeyên Iraqê berdewam bike ji bo ku ew pêwîstiyên xwe di şerê li dijî DAIŞê de wergirin

  •  
    û parve bike