12 4 2015, 12:22

Ebadî diçe Amerîkayê

Ebadî diçe Amerîkayê

Tê çaverêkirin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî sibê bi serdaneke fermî û bi serokayetiya şandeke hikûmetê biçe Amerîka.

Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî ragihand ku serdana Ebadî li ser vexwendina Serokê Amerîka Barack Obama ye.

Hedîsî diyar kir ku biryar e di vê serdanê de Ebadî ligel Obama û rayedarên din ên Amerîkayê bicive û derbarê têkiliyên navbera her du welatan û hemahengiya di şerê li dijî terorê de gotûbêjan bike.

Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê herwiha got ku Ebadî û Obama herwiha wê dawî pêşhatên ewlekarî û siyasî li Iraq û navçeyê jî gotûbêj bikin.

  •  
    û parve bike