12 4 2015, 11:25

DAIŞ ji 4 aliyan ve êriş kir

DAIŞ ji 4 aliyan ve êriş kir

Çekdarên rêxistina DAIŞ ji 4 aliyan ve êrişî ser çeperên Pêşmerge li eniya Herdanê ya li nêzîkî bajarokê Tileferê kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Îro serê sibehê seat 05:30 çekdarên DAIŞê li ser rêya Herdanê, bi çekên giran û sivik ji 4 aliyan ve, êrişî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê rastî bersiveke tund hatin û gellek ziyan dîtin.

Fermanderê Pêşmergê Emîd Feysel Xelekanî Derbarê ziyanên DAIŞê ji Rûdawê re ragihand ku `di wî şerî de 11 kes ji wan hatin kuştin. 4 ji wan xwekuj bûn û dixwestin bi dizî derbasî nava çeperên Pêşmerge bibin û xwe biteqînin, lê berî ku bigihên ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.`

Emîd Feysel Xelekanî wiha domand `jibilî wan 11 terman ku li cihê şer mane, çekdarên DAIŞê gellek ziyanên din di encama lêdana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de jî dîtin.`
Her weha, Xelekanî ragihand ku `di vî şerî de 2 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn.`

  •  
    û parve bike