11 4 2015, 16:30

Heşdul Şeibî: 60 hezar çekdarên me amade ne

Heşdul Şeibî: 60 hezar çekdarên me amade ne

Berdevkê Heşdul Şeibî û yek ji serkirdayên tevgera şîî Bedr, Kerîm Nûrî ragihand ku `biryara vê dawiyê ya Encumena Wezîran a Iraqê ya derbarê girêdana hêzên me bi hêzên Iraqê ve, şeriyeteke temam da me jibo em bibin beşek ji sîstema ewlekariya niştimanî.`

Bi gotina Nûrî, `Heşdul Şeibî bûye hêzeke aktîv û bi bandor di bergirîkirina hemû parêzgehên Iraqê de`.

Her weha, Kerîm Nûrî got ku `jibo kontrolkirina her navçeyekê, wê pêwîstî bi hemahengî û beşdarîkirina Heşdul Şeibî hebe.`
Lê Nûrî di heman demê de got ku `çekdarên me wê li benda biryara fermandarên leşkerî bin jibo tevlî şerê niha li Enbarê yan jî şerê çaverêkirî yê Mûsilê bibin.`
Berdevkekî çekdarên Heşdul Şeibî eşkere kir ku hejmara çekdarên Heşidul Şeibî digihêje 120 hezar xwebexiş û yên ku tevlî şer bûne hejmara wan zêdetirî 60 hezar çekdarên perwerdekirî ne.

  •  
    û parve bike