11 4 2015, 13:47

Dadgeha Misrê hukmê îdamê li rêberê tevgera `Birayên Misilman`birî

Dadgeha Misrê hukmê îdamê li rêberê tevgera `Birayên Misilman`birî

Ajansa Reuters ragihand ku ` Dadgeha Misrê roja şemiyê, jiber provokasyona tevlihevî û tund û tûjiyê, hukmê îdamê li rêberê tevgera `Birayên Misilman` Muhamed Badî û 13 alîgirên wî birî.

Di meha Îlonê sala 2014-an de Dadgeha bajarê Gîzê hukmê zindana heta heta li Badî birî bû.

Badî ji sala 2010-an ve rêberîtiya tevgera `Birayên Misilman` li Misrê dikir. Piştî înqîlaba leşkerî ew di meha tebaxê sala 2013-an de hat girtin. Rêberên tevgerê bi provokasyona tund û tûjiyê û kuştinê tên tewan barkirin.

  •  
    û parve bike