11 4 2015, 13:29

Çekdarên DAÎŞê 35 kes li herêma Anbarê kuştin

Çekdarên DAÎŞê 35 kes li herêma Anbarê kuştin

Ajansa EFE li ser zarên polîsên herêmê roja şemiyê ragihand ku çekdarên grûpa têrorîstî DAÎŞ, 35 kes li herêma rojavayê Îraqê-Anbarê idam kirin.

Li gor zanyariyên çavkaniyê, bûyer ne dûr ji paytexta herêmê-bajarê el-Ramadî pêkhat. Çekdaran 18 polîs û 17 endamên malbatên wan, tev jin û zarokan, kuştin.

Heta niha eniyek yekbûyî jibo tekoşîna bi DAÎŞê re tune. Hêzên hikumetên Sûryê û Îraqê, her weha kurdên Îraqê û Sûryê jî tekoşînê bi van çekdaran re dikin. Hêzên koalîsyonê tenê wan bombebaran dikin. Di encamê vî şerî de çend hezar kesên sivîl hatine kuştin û bi sed hezaran der bi der bûne, her weha bi hezaran ji aliyê çekdaran ve jî hatine girtin.

  •  
    û parve bike