11 4 2015, 12:28

DAIŞê li Enbarê dest danî ser çend navçeyan

DAIŞê li Enbarê dest danî ser çend navçeyan

Çekdarên DAIŞê êrişî çend navçeyên navenda parêzgeha Enbarê- Rûmadî kirin û dest danîn ser beşek ji wan navçeyan.

Şer û pevçûn zêdetir li bajarokê Elbûferac yê li bakurê bajarê Rûmadî derketin û di encam de fermandarê operasyonên kontrolkirina Enbarê bi sivkî birîndar bû.

DAIŞê bi teqandina 2 çekdarên xwe li pêşiya rêveberiya polîs, dest bi êrişa li bajarokê Elbûferac kir û piştî şerekî giran, çekdarên wê dest danîn ser beşekî mezin ji wî bajarokî.

Piraniya xelkê vî bajarokî jî ji tirsa DAIŞê mal û milkên xwe bi cih hiştine û ber bi navçeyên din ve reviyane.

Parêzgarê Enbarê Suheyb Elrawî ragihand ku 3 fewcên polîsê federalî gihiştine Rûmadî ji bo tevlî operasyona kontrolkirina bajarokê Elbûferacê bibin.

Elrawî diyar kir ku di çend saetên bê de guhertinên ewlekariyê wê li parêzgehê çêbibin.

Li aliyê din, çavkaniyekê li nêzîk bajarê Rûmadî got ku çekdarên DAIŞê dest danîne ser navçeya nêzîk Rûmadî-Elbûsiye.

  •  
    û parve bike