2 4 2015, 15:38

Gelo rewşa tendirustî ya Mesûd Barzanî çawa ye?

Gelo rewşa tendirustî ya Mesûd Barzanî çawa ye?

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand, ku rewşa tendirustiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî baş e û tu kêşeyekî wî yê tendirustiyê tûneye.

Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê beşdarî rêûresma destpêkirina 10. Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan bibû, lê gotar pêşkêş nekiribû, di çepemaniya kurdî de hat ragihandin, ku rewşa wî ya tendirustî nebaş e.

Ji ber vê sedemê serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên li ser rewşa tenduristiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyeniyeke fermî belav kir.

Di daxuyaniya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de, ku ji aliya ajansa BasNews`ê ve hatiye belavkirin,weha tê gotin: “Piştî belavbûna nûçeyek li hinek ji sazî û dezgehên ragihandinê ya di derbarê bi necêgîrbûna rewşa tendirustiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi pêwîstî dizanîn ji bo raya giştî rabigihînîn ku rewşa tendirustiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gelek başe û tu kêşeyekî rêzdar ya tendirustiyê tûneye, û îro (02/04/2015) rêzdar beşdarî li rêwresma vekirina (Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê ya Pertukan) kiriye lê belê bi sedema tûşbûna bi nexweşiya (helamet) û girifta li derbirîna dengê, nekariye li rewresmê da gotar pêşkêş bike”.

  •  
    û parve bike