5 3 2015, 13:32

Li Til Temir alîkariya ji bo koçberên asûrî û suryanî didome

Piştî êrîşa çeteyên daiş li ser gundewarê Til Temir a Rojavayê Kurdistanê gelek xelkê asûrî û suryanî ber bi bajarê Hesekê û Qamişlo û Serê Kaniyê koçber bûn. Li bajarê Qamişlo gelek sazî alîkariyê didian koçberên asûrî û suryaniyan, ku yek ji van saziyan `Xaça Suryaniyan Aîkarî û Hawarê` ye.

Radyoya Spûtnîk Kurdistan xebatên saziya Xaça Suryanî Ya Alîkarî Û Hawarê ji nêz ve şopand û bi rêveberê wê Semîr Henna re hevpeyvînek çêkir.
Rêveberê saziya Xaça Suryanî, Semîr Henna diyar kir ku xebatên wa weke sazî, pêşkêşkirina alîkariya mirovî ji bo hemû pêkhateyên herêmê ye, kurd, ereb, xiristyan. Lê ji ber ku ev bûyera til temir çêbûye, niha me tevahî xebatên xwe yê alîkariyê daye xelkên me yên ku ji til temir û xabûr koçber bûne.
Henna destnîşan dide ku, Xaça Suryanî her cure alîkarî 150 malbatên asûrî û suryanî dide, lê ji bilî wê, pir saziyên alîkariyê yên xiristyanan û ereb û kurd jî alîkarî pêşkêşî koçberên til temir û xabûr dikin.

  •  
    û parve bike