14 7 2014, 13:17

Ji destpêka konflîkta Ûkraynayê nêzîkî 500 hezar welatiyên wê li Rûsya dimînin

Ji destpêka konflîkta Ûkraynayê nêzîkî 500 hezar welatiyên wê li Rûsya dimînin

Zêdetirî 30 hezar penaberên Ûkraynî serî li saziya penaberan ya Rûsya xistine ku statuya penaberan û stargeha demî werbigirin

Zêdetirî 30 hezar penaberên Ûkraynî serî li saziya penaberan ya Rûsya xistine ku statuya penaberan û stargeha demî werbigirin. Zaniyarên han serokê Saziya Federal ya Penaberan Konstantîn Romodanovskî ragihand. Li gor gotnên wî, piştî destpêkirina konflîkta Ûkraynayê nêzîkî 500 hezar welatiyên wî welatî biriyar dan ku li ser axa Rûsyayê bimînin, ji wan 130 hezar ji bo hedefa mahîna demdirêj li Rûsyayê serî li saziya wan dane. Pamadanovskî tekez kir û got: `Em ne ji hejmara penaberan mat dimînin lê belê ji rêjeya têmpoya daxweziyan mat dimînin`. Penaber bêtir şêniyên parêzgehên Lûgansk û Donêtskê ne. Serokê Rêveberiya Komîsarê Bilind yê Karûbarên Penaberan ê NY Koştel tekez kir ku wî hewildanên Rûsya di warê alîkariya penaberên Ûkraynî re bi bilindayî hilsengandiye. Her wuha Koşel ji welatiyên Rûsyayê re ji bo pêşwezîkirina penaberên Ûkraynayê malavayî kir.

  •  
    û parve bike