12 7 2014, 01:30

Kurdên Rûsyayê piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin

Komek kurdên ji diyasporaya Rûsyayê serdana nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Moskowê kirin û piştgirî dan referendoma ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê. Kurdên Rûsyayê bang li Parlamentoya Kurdistanê û hemû fraksiyonên sîyasî kirin ku amadekariya bo referendomê gîro nekin û di demekî kurt de qanûnên pêwîst bipejirînin.

Rojnamevan Kamîz Şeddadî ji Rûdawê re ragihand, hejmareke qelebalix a nûnerên diyasporaya kurdan ji bo piştgirîdana bi peyama Serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî ya bo referendoma serxwebûnê, 10ê Tîrmehê çûn nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Moskowê.

Koma nûnerên diyasporayê ku ji lîderên rêxistinên civakî, zanyar, rojnamevan, hunermend, çalakvanên ciwan, xwendekar, karsaz û esnafan pêk dihat, ji aliya nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Moskowê Dr. Aso Cengî Burhan ve hat pêşwazîkirin.

Nûnerên diyasporayê di axaftinên xwe de diyar kirin ku ew bi hestiyareyeke mezin bûyer û pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê û li herêmê dişopînin.

 Dr. Aso Burhan, ku heman roj ji Kurdistanê vegeryabû Moskowê, bi daxwaza serlêderan, li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û herêmê agahiyên berfireh dan mêvanan.
Bi navê komê, serokê Rêxistina Piştovanî û Hevkariya bi Gelê Kurd re Yurî Nebiyev, karmendê radyoya Dengê Rûsya Kamîz Şeddadî, nûnerê ciwanên kurd ên Moskowê Marûf Aslanov û kesên din axivîn û piştgirî dan peyama Barzanî.
Di axaftinan de bi taybetî ev nêrîn derketin pêş: “Îro di beşekî welatê me yê dîrokî de gelê kurd xwe pir nêzîkî xewn û xeyalên her kurdekî kiriye: rêveberiya Kurdistana Başûr biryar daye ku ji bo serxwebûnê giştpirsiyê li dar bixe. Êdî dem hatiye ku em çarenivîsa xwe, bi xwe diyar bikin. Em êdî naxwazin bêmal ê bêwar bijîn. Em, demekî pir dirêj li benda vê rojê man. Ji ber vê jî, em wek kurdên Rûsya û dewletên sovyeta berê, dilsozên Kurdistanê, bêyî ti qeyd û merc piştgiriyê didin birayara serokatiya Kurdistana Başûr a ji bo lidarxistina referendoma serxwebûnê. Em bi dil û can bi biryara we re ne û çi ji destê me were emê bikin, da ku encamên referendomê li wan dewletan ku em lê dijîn, bê naskirin.
Di vê roja dîrokî û çarenivîsî de em banga yekrêzî û yekîtiyê li hemû hêzên siyasî yên kurdîstanî û li hemû kurdên cîhanê dikin.
Em bang li Parlamentoya Kurdistanê dikin, ku di kurttirên demê de bingeha yasayî ya referendomê amade bike.”
Paşê peyama kurdên diyasporayê, ku ji bo serokê Herêmê Kurdistanê, serokê Parlamana Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, lîderên partî û rêxistinên hemû beşên Kurdistanê hatibû amadekrin, bi zimanê kurdî û rûsî hat xwendin û ji bo ku ev peyam bigihêje destê rêveberiya Kûdrdistana Başûr, bi awayekî nivîskî radestî Dr. Aso Burhan hat kirin.

  •  
    û parve bike