8 4 2015, 14:58

Erebistana Siûdî bêy Pakîstanê nikare husîyan têk bibe

Erebistana Siûdî bêy Pakîstanê nikare husîyan têk bibe

Wezîrê bergirîyê yê Pakîstanê Xevadca Asîf ji parlamenteran re ragihand, ku Rîyadê ji Îslamabadê alîkarîya leşkerî xwestî ye.

 

 Wezîrê bergirîyê yê Pakîstanê Xevadca Asîf ji parlamenteran re ragihand, ku Rîyadê ji Îslamabadê alîkarîya leşkerî xwestî ye. Di nav daxwaza Rîyadê de balafir û gemîyên şer û her weha leşker jî hene. Di wan rojên borî de serokwezîrê Pakîstanê Navaz Şerîf ragihand, ku berdêla wê çi dibe bila bibe, Pakîstan amade ye yekpareyîya Erebistana Siûdî biparêze.

Lê, roja sêşemê Nawaz Şerîf di axaftina xwe ya di parlamentoyê de got, ku Îslamabad di biryara beşdarîya koalîsyona li dijê husîyan de lez nake. Şerîf got, ku ``Lez nekin, em ê guhdarîya hemû nêrînên we bikin. Ez dixwazim, ku parlamento nêrînên xwe yên li ser daxwaza hevalên me yên ereb vebêje``.

Pakîstan niha di nav rewşeke zehmet de ye. Bi tevî hevalbendîya bi Erebistana Siûdîyê jî, di wan demên dawîyê de hevkarîya bi Îranê re bi awayeke çalak pêş ve dibe. Wek tê zanîn, Îran alîkarîya koma bi navê ``Ensarûllah`` a li Yemenê dike. Beşdarîya Îslamabadê ya di konflîkta Yemenê de, dikare bandoreke neyênî têkilîyên bi Tehranê re bike.

Cîgirê rêvebirê Înstîtûya Rojhilatnasîyê ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Vîçeslav Belokrenîtskîy destnîşan dike, ku dawîya dawîyê de Îslamabad wê biryara beşdarîkirina koalîsyona welatên ereb bide: ``Eger rewş ber bi senaryoya gerim ve biçe û pêwistî bi xurtkirina koalîsyona navneteweyî hebe, bi ihtimaleke mezin Pakîstan wê tev li koalîsyonê bibe. Niha li Pakîstanê li ser wê mijarê nîqaş têne kirin. Bi taybet jî niqaş li ser wê yekê ne, ka Pakîstan wê berdêla alîkarîya xwe de çi bistîne. Li gor nêrîna eksper, bi rastî jî alîkarîya Pakîstanê dikare serkeftina koalîsyonê ya li dijî husîyên Yemenê dabîn bike: di destpêka salên 1970`yî de Pakîstan alîkarê sereke yê dîrektîf û perwerdeya hêzên leşkerî yên Erebistana Siûdîyê bû. Li dora 5 hezar efserên pakîstanî leşkerên Erebistana Siûdî perwerde dikirin. Niha jî li dora 700 efserên Pakîstanê leşkerên siûdîyê perwerde dikin.

Biryara rêvebirîya Pakîstanê wê rewşa navxweyî ya welêt dijwartir bike. Nakokîyên di navbera sunnî û şiîyan de li Pakîstanê bûne sedemên pêvçûnên gelek cidî. Eksper her weha bi bîr tîne, ku ezmûnên dîrokî nîşan didin, ku beşdarîya Pakîstanê ya di konflîktên li derveyê welêt de encamên ne baş bi xwe re tînin. Yek ji wan bûyeran ``Îlona Reş`` a sala 1970`yan bû. Pakîstanê di çewisandina serhildana filîstînîyan ya li Ûrdinê de beşdarî kir. Beşdarîya di wê operasyonê de bandoreke neyênî li hilbijartinên giştî yên li Pakîstanê kir û paşê jî welêt bû du perçe: Pakîstana niha û Bangladeş.

Di wê navberê de AFP`ê ragihand, ku di 24 demjimêrên dawîyê de, di encamê pêvçûnên li Yemenê, li dora 100 kesan jîyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên NY, ji destpêka tevgerên leşkerî yên li Yemenê heta niha 500 kesan jîyana xwe ji dest dane.

 

  •  
    û parve bike