8 4 2015, 14:53

Hevdîtinên `Moskow-2` di Wezareta karên Derve ya Rûsyayê de bi rêve diçin

Hevdîtinên `Moskow-2` di Wezareta karên Derve ya Rûsyayê de bi rêve diçin

Roja duşemê li Moskowê duyemîn raûnda danûstanên di navbera hikûmeta Sûrî û opozîsyona navxweyî de destpê kir. Hevdîtin wê heta 9-ê nîsanê dom bike. Yekemîn raûnda hevdîtinan di 26-28-ê çileyê de birêve çûbû û tê de li ser `prensîpên Moskowê` hatibû lihevkirin. Xalên sereke yên wan prensîpan: serwerî û yekparetiya erdê Sûriyeyê, têkoşîna li dijî terorê û qebûlnekirina mudaxeleya ji derve bûn.

 Vadîm Makarenko

Di hevdîtinên duyemîn raûndê de şandeya kurd bi serpereştiya hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim beşdarî dike. Di nav şandê de nûnerê PYD yê li Fransayê Xalîd Îsa, her weha nûnerên her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê: Emîne Ossî, Sanxerîb Barson û Fener el- Kîxet cih digrin. Opozîsyona navxweyî jî, ji aliya serokê Heyet el Tensîq` Arif Delîle, serokê Eniya Gel a ji bo Guhertin û Azadiyê Qedrî Cemîl ve têne temsîlkirin. Opozîsyona Sûrî, ku di hevdîtinan de têne temsîlkirin, bi giştî ji 30 kesan pêk tê. Lê belê Hevpeymaniya Neteweyî ku li gorî hejmara xwe opozîsyona herî mezin a Sûriyeyê ye, beşdarî van hevdîtinan nake.
Di hevdîtinan de nûnerê hertimî yê Sûriyeyê di NY Beşar Ceferî serpereştiya şandeya hikumeta Sûrî dike.

Cudatiya van hevdîtinan ji ya berê ev e, ku vê carê rojeveke lihevkirî ya gotûbêjan heye. Di gotûbêjan de li ser deh xalan gengeşî tê kirin. Di nav wan xalan de: serbestberdana girtiyên siyasî û êxsîr û rehîneyan; vekirina pêşiya alîkariya mirovî li hemû herêmên Sûriyeyê; damezrandina komîsyoneke yekgirtî ya mafê mirovan a li tevaya Sûriyeyê; asankirina xwebata dezgehên ragihandiê û yên din hene.

Hevdîtinên şandeyên hikumeta Sûrî û opozîsyona navxweyî di bin banê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de birêve diçin. Cigirê Wezîr Mîxayîl Bogdanov serpereştiya hevdîtinan dike. Serokê Enstîtûya Rojhilatzanî ya Akademiya Rûsyayê Vîtaliy Naûmkîn jî di nav de, gelek eksperên rûs jî tevli hevdîtinan dibin.

Di vê navberê de li bajarên Sûrî yên Şam, Hema, Homs şerê giran diçe. Heftiya borî bajarê Îdlîb ê li rojavayî Sûrî ket destê çekdarên radîkal. Lê belê, li gorî ku aliya opozîsyona radîkal jî mikur li xwe tê, îhtîmala ketina rejîma Beşar Esed her ku diçe kêmtir dibe.

Gelo, hêviyên aliya kud ji van hevdîtinan çiye? Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya kurdên Rûsyayê Ferhad Patiyêv di vê mijarê de nêrînên xwe weha anîn ziman:

Daxe

Belê, nûnerên Sûriyeyê li Moskowê kom bûne, da ku riyên çareseriyeke naxweyî peyda bikin. Her du alî pê bawer dikin, ku hevdîtina Moskowê di vê riyê de wê bibe gaveke giring.

  •  
    û parve bike