8 4 2015, 13:50

Hêz û lawaziya rêxistina terorîstî DAÎŞ`ê

Hêz û lawaziya rêxistina terorîstî DAÎŞ`ê

Tekoşîna hişk a li dijî terorîstên ji rêxistina Dewleta Îslamî berdewam e. Hêzên hikumeta Îraqê û mîlîseyên şiî bajarê Tîkrîtê rizgar kirin. Niha armanca sereke Mûsil e.

Gelo li Îraq û Sûriyeyê rewşa li eniya şer a li hember DAÎŞ`ê vê gavê çawa ye?
Şîroveya rojhilatzan Vladîmîr Sajîn di vê mijarê de weha ye:

"Di eniya şerê dijî DAÎŞ de rewş cur bi cur e. Ji aliyekî ve hin komên îslamî li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê sonda dilsoziyê bo DAÎŞ`ê xwarine û fealîyeta xwe ya terorîstî çalaktir kirine. Bo nimûne, li Sûriyeyê çend yekîneyên HEMAS`ê bi DAÎŞ`ê re kampa penaberan Yermûk a Felestîniyan dagir kirine. Yan jî şaxên DAÎŞê yên li Lîbya û Yemenê, Boko Haram a li Nijeryayê, bi awayekî fermî sonda dillsoziyê ji DAÎŞ`ê re xwariye".

Ji aliyeke din jî, Sajîn dibêje, rewşa DAŞ her ku diçe dijwartir dibe. Zerbeyên hewayî yên hevpeymaniya navneteweyî zirarekî mezin li çeteyan didin. Lê belê serkeftina herî mezin, hêzên bejayî yên artêşên Sûriye, Îraq, Pêşmergeyên kurd, Zêrevanên Şoreşa îslamî ya Îranê û mîlîseyên şiî bi dest dixin.

Hêzên kurda, dijmin ji Kobanê paqij kir. Artêşa Îraqê û mîlîseyên şiî bi rêveberî û piştgiriya Îranê bajarê Tîkrît ji DAÎŞ rizgar kir. Vê gavê DAÎŞ, li gorî rewşa xwe ya beriya salekî, %25 erdê xwe winda kiriye.

Diravê DAÎŞ jî xelas dibe. Hêzên hevpemanê dezgehên petrolê yên di bin komntrola DAÎŞ`ê de bombardiman dikin. Li gor texmîna analîstan, DAÎŞ %75 dahata xwe êdî ji dest daye. Lewma jî terorîst niha nikarin hem şer bikin û hem jî pêdiviya 8 mîlyon şêniyên erdên dagirkirî dabîn bikin.

Ji bilî wê, Sajîn balê dikşîne ser wê yekê ku epîdemiya leyşmanioz, an ku enfeksyona vîrûseke kujer di nav terorîstan de belav bûye. Vîrusê han dihêle ku mirov sax sax birize. Vê gavê aşkere bûye ku êdî zêdetirî ji 100 hezar terorîzt bi heman vîrusê ketine. Lê belê îslamîstên fanatîk alîkariya bijîşkî red dikin, lewre, li gor baweriya wan, bikaranîna dermanan guneh e. Hin dijberên îslamîstên DAÎŞ`ê jî vê nexweşiyê wekî cezayê xwedê dinirxînin, ku ji ber hovîtî û qetliyamên wan ên xwînrêj ji wan re şandiye.

Ji aliyeke din, piştgiriya navneteweyî ya ji bo têkoşîna li hember DAÎŞ`ê jî her ku diçe xurtir dibe. Bo nimûne, Rêveberiya Mislimanên Rûsyayê fetwayeke derxistiye, ku fealiyeta DAÎŞê dijî îslamê ye û DAÎŞ qanûnên îslamê binpê dike û endamên wê rêxisitinê hemû sucdar in. Di fetwayê de tê gotin, li gorî qanûnên îslamê beşdarên komên wisa, divê bêne îdamkirin, an jî, ji civakê bêne tecrîdkirin.

Sajîn amaje dike ku, tevî wan fakatoran hîn zûye mirov bibêje ku di şerê dijî DAÎŞê de pêşketinên berbiçav hene. Li gorî daneyên NY, tevlibûna teroîstan li refên DAÎŞ`ê di sala 2014 de %71 zêdetir bûye û li Îraq û Sûriyeyê hejmara terorîstên biyanî gihîştiye 22 hezar kesan.

Sajîn her wisa dibêje, divê neyê jibîrkirin, ku dendika rêveberiya leşkerî ya DAÎŞ`ê yek hezar efser û generalên xwedî tecrube yên artêşa Seddam in, ku operasyonên terorîstan plan dikin û bi rê ve dibin.

Sajîn tekez dike ku tenê bi yekkirina hewildên hemû hêzan mumkune ku pêşiya vê xîlafetê ku dijminê tevaya mirovayetiyê ye, bê girtin.

  •  
    û parve bike