8 4 2015, 13:38

Xristîyanî û îslam wê cîhanê parve bikin

Xristîyanî û îslam wê cîhanê parve bikin

Bûroya sosyolojîk a Amerîkî Pew Research Center Religion & Publik Life pêşbînîyên xwe yên li ser jimara nûnerên olên cîhanê yên heta dawîya sedsala 21`an weşand. Anegorê pêşbînîya bûroya sosyolojîk, di sala 2050`yan de wê jimara musulman û xristîyanan weke hev bin.

Li gor pêşbînîyên NY, heta sala 2050`yan gelheya cîhanê wê ji 6,9 milyar kesan bigihije 9,6 milyar kesan. Li gor eksperên Pew Research Center`ê, jimara musulmanan wê ji % 73 zêde bibe û ji 1 milyar 600 milyonan wê bigihije 2 milyar 761 milyon kesan. Jimara xristîyanan wê ji % 35 zêde bibe û ji 2 milyar 168 milyonan wê bigihije 2 milyar 918 milyon kesan. Li gor pêşbînîyan, di sala 2070`an de jimara musulman û xristîyanan wê weke hev bin.

Lêkolînerên amerîkî balê dikşînin li ser hindûîzmê û pêşbînî dikin, ku jimara hinduyan wê bigihije 1 milyar 500 milyon kesan. Heta sala 2050`yan Hindistan wê taybetmendîya xwe ya welatê herî pirolî biparêze.

Jimara cihuyan jî wê zêde bibe. Lê, li gor nêrîna lêkolînerên amerîkî, bi tevî dibistanên dzen ên li Rojavayê jî, jimara bûdîstan di nîvîya sedsala me de wê kêmtir bibe.

Li gor ragihandina eksperên amerîkî, heta sala 2050`yan ji dehan çar kesên xristîyan wê li başûrê Afrîkayê bijîn. Li gor ragihandina NY, herêma Başûrê Afrîkayê di salên pêş de di warê gelheyê de wê ji hemû dewerên din zêdetir mezin bibe. Bi taybet jî xristîyan ber bi wê herêmê ve diherikin. Di sala 2013`yan de hilbijartina Papayê Romayê yê ne ewrûpî jî bi wê yekê ve tê girêdan.

  •  
    û parve bike