7 4 2015, 14:01

Kîyev: salek şerê bi ûkraynîyan re

Kîyev: salek şerê bi ûkraynîyan re

Salek berî niha Kîyevê li hember gelê xwe şer îlan kir û ew şer wek `operasyona antîteror``ê bi nav kir. Kîyevê ragihand, ku ew şer li dijî terorîstên rûs û layengirên rûs ên cudaxwaz hatîye destpêkirin.

 

 Salek berî niha Kîyevê li hember gelê xwe şer îlan kir û ew şer wek `operasyona antîteror``ê bi nav kir. Kîyevê ragihand, ku ew şer li dijî terorîstên rûs û layengirên rûs ên cudaxwaz hatîye destpêkirin. Lê di rastîyê de ew şer li hember zarok, jin, pîr û berbesvanên berê yên mal û malbatên xwe diparêzin hatîye destpêkirin. Berî destpêkirina şer Donbassê ji Kîyevê daxwaz kir, ku Ûkrayna bibe dewleteke federe û bi awayeke weke hev bijîn. Lê,sîyasetmedarên Kîyevê yên nû ew daxwaz bi awayeke din nirxandin û daxwazên bîyanîyên li pişt okyanûsê û nîjadperestên rojavayê Ûkraynayê pêk anîn. Wan biryar sitendin, ku hemû kesên wek wan nafikirin ji holê rakin. Bi taybet jî ew kes kirin hedef yên Rûsyayê wek welatê bira dinirxînin. Li Ûkrayna nû ya `ewrûpî` gotinên baş ên li ser Rûsyayê `sûc`e û cezayê wê jî yan mirin û yan jî zindan e.

Destpêkirina Operasyona Antîterorê ji alîyê serokê parlamentoyê Tûrçînov ve hate îlankirin. Zû yan dereng Tûrçînov wê rast bi gelek pirsên ûkraynîyan bê. Di maweya salekê de bikaranîna artêş, mîlîs û dildarên ji neonatsîstan pêk dihatin di şerê li dijî Donbassê de hatin bikaranîn. Di encamê êrişên li ser Donbassê de bi dehan hezaran kesan jîyana xwe ji dest dan. Gund û bajar di bin kavilan de mane, binesazîya herêmê hilweşîya ye. Lê ya herî giring di navbera mirovên li rojhilat û rojavayê Ûkraynayê de di warê gîyan, sîyaset û ramanê de kendalên kûr peyda bûne, ku nifşa nû zû bi zû nikare ji bîr bike. Li Ûkraynayê axaftinên derbarê nefret û dijminahîya li hember Rûsya û dîroka wê her diçe zêdetir dibin. Lê, nikarin tu argûmanan raber bikin. Her weha nikarin amaje bikin, ka neteweya mezin a ûkraynî di nav dîroka cîhanê de çawa peyda bûye û ji mirovahîyê re kîjan xizmet kirîye. Wisa dîyar e, ku dixwazin kêmasîyên xwe bi kuştina mirovan û bi zordestîyê ve telafî bikin, ku ji alîyê mirovên normal ve nikare bête amajekirin. Bikaranîna bi hemû cureyên çekan ve Donbass herifandin, çekên qedexekirî bikar anîn, layengirên federalîzasyonê gulebaran kirin. Kesên temenmezin dibêjin, ku sepanên wisa di dema Hîtler de jî nedîtibûn. Lê, Kîyev şerê xwe yê qirêj wek şerê pîroz yê serxwebûnê û vejandina nasnameya neteweyî ya nû ve propaganda dike. Sîyaseta Kîyevê welêt êdî xitimandî ye. Ûkrayna di nav krîzeke kûr ya aborî de ye û bi perçebûnê ve rû bi rû maye.

Niha du rê mane: yan kesên wek Tûrçînov wê Ûkraynayê zêdetir bixitimînin û yan jî wê fam bikin ka dijminên wan ên resen kî ne.

  •  
    û parve bike