7 4 2015, 13:39

Dr. Salih Omer: ‘Beşdarya pêşmerge di operasyona rizgarkirina Muslê ву û pirsa budce bi hev re girêdayî ne’

Dr. Salih Omer: ‘Beşdarya pêşmerge di operasyona rizgarkirina Muslê ву û pirsa budce bi hev re girêdayî ne’

Dr. Salih Mela Omer Isa - şêwermendê karubarên sîyasî yê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dibêje: “Eger Ebadî budceya Herêmê neşîne, ew nikare daxwaz ji serokatya herêmê jî bike ku pêşmerge beşdarî rizgarkirina Muslê bibe. Ji bo wê yekê jî Ebadî naçar e pirsa budceyê çareser bike û di piştire ji herêma Kurdistanê bixwaze pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina bajarê Muslê bike”.

 6-ê Nîsanê serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî serdaneke surprîz lı Hewlêrê pêk anî. Xuyaye ev serdana Ebadî di siyaseta navxweyî ya Îraqê de qonaxeke nû ve dike. Di press-konferansekî hevbeş de Heyder Ebadi û Mesûd Barzani ragihandin ku wan li hev kiriye ku ji bo rizgarkirina Mûsilê operasyoneke hevbeş pêk bînin.

 Peyamnêrê Spûtnîk Kurdıstan Osman Başqalî li ser encamên serdana Heyder Ebadî bo Hewlêrê  li gel  şêwermendê karubarên sîyasî yê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Salih Mela Omer Isa axıvi:

Daxe

Dr. Salih dibêje, serdana Ebadî bo Kuristan destpêkeke nû ye di peywendyên Hewlêr û Bexdayê de: “Diyar e hikumeta Iraqê gihiştye wê bawerê ku bê beşdarya herêma Kurdistanê nikare pirsgrêkên xwe, bi taybetî nakokyên di nêvbera Şîe û Sunne de û şerê Daîş ê çareser bike. Herweha Ebadî divê bigihe rêketinekê li gel Herêma Kurdistanê li ser çawanya birêvebirina wan parêzgehên ku ta niha hinek beşên wan di bin kontrola DAÎŞ ê da ne û piştî derxstna DAÎŞ ê wê bi çi awayekî ew navçe bên birêvebirin”.

Li gor nêrîna Salîh Omer, Ebadî gihaye wê bawerê ku bi gutubêj û lihevgihiştnê dikare tev arîşan çareser bike û ev serdana Ebadî bo Hewlêr seqayek baş diafrîne ji bo ku ew bikare hin gavan bavêje û wan pirsgrêkan çareser bike ku di encama syaseta serokwezîrê berê Nurî Malkî de dirust bûne.

Salîh Omer dibêjhe: “Ebadî dizane ew nikare îdareya Iraqê bike eger lihevtigehiştnekê di nêvbera Kurd û Şîe û Sunne de ava neke. Pirsgrêkên ta nihu bo Ebadî li Bexdayê berdewam in bi taybetî dubalbûna şîeyan yek li gel Ebadî û bala din jî li gel Malkî. Ebadî dike peyamek nû bide Herêma Kurdistanê ku amadeye tev pirsan çareser bike nemaze pirsa mûçe û budceya Herêmê”.

Dr. Salh tekez dike ku birîna budca Herêma Kurdistanê û pirsa beşdarya hêza pêşmerge di operasyona rizgarkirina Muslê de hevbendyek bihevre heye: “Ji ber ku eger Ebadî budceya Herêmê neşîne, ew nikare daxwaz ji serokatya herêmê jî bike ku pêşmerge beşdarî rizgarkirina Muslê bibe. Ji bo wê yekê jî Ebadî naçar e pirsa budceyê çareser bike û di piştire ji herêma Kurdistanê bixwaze pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina bajarê Muslê bike”.

  •  
    û parve bike